BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 692’an de ye: Divê dewleta Tirk ji bo aştiyê gavan bavêje

Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku zêdetirî 13 sal in li Strasbourgê didome, vê hefteyê koma Hannoverê dewr girt. Komê xwest ku dewleta Tirk ji bo aştiyê gavên şênber bavêje.

Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo ku ji sala 2012’an û vir ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 692’an de didome.

Nobeda vê hefteyê ji aliyê welatparêzên bajarê Hannover ê Elmanyayê Xoşnav Ata, Fedakar Deyndar û Zêrîn Efrîn ve dewr hate girtin.

Hevserokê Komeleya Malbatên Şehîdên Ewropayê (KOMAW) Xoşnav Ata li ser navê komê axivî û diyar kir ku ji sala 2012’an vir ve tê lidarxistin heta niha ji Konseya Ewropayê bersiveke erênî negirtine. Ata anî ziman ku Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo dem dabû Tirkiyeyê, tevî ku ev dem qediya jî, dîsa dirêj kir û got, "Li şûna ku ji demê re bihêlin divê biryarekê bidin da ku Rêber Apo bikaribe vî mafî bi kar bîne û azadiya xwe bi dest bixe."

Ata bi bîr xist ku Rêber Apo hîn jî di bin tecrîdê de ye û anî ziman ku tevî banga 27'ê Sibatê jî tenê PKK’ê gavên şênber avêtiue. Xoşnav Ata ev tişt anî ziman: "PKK xwe fesix kir, biryara bidawîkirin têkoşîna çekdarî girt û çekên xwe şewitand. Niha çavên cîhanê li ser Tirkiyeyê ne. Banga me ev e: Tavilê gav bivêjin û bersivê bidin vê pêvajoyê. Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê wê erkên xwe bi cih anîne; divê hûn jî ji bo aştiyê rola xwe bilîzin. Tirkiyeyê heta niha gavek jî neavêtiye. Pêvajo bi vî rengî naçe. Bi paşxistin û neavêtina gavan nikare gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd bixapîne."