Li bajarê Fredrikstad ê Norwêcê civîna gel hate lidarxsitin û pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn, têgeha civaka demokratîk û pêvajoyên entegrasyonê nîqaş kir.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal beşdarî civînê bû û axivî. Remzî Kartal bi silavkirina Rêber Apo dest bi axaftinê kir. Kartal bal kişand ser qonaxa nû ya çareserî û civaka demokratîk a li Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Kartal li ser hevsengiya hêzên herêmî rawestiya û got: "Hêzên cîhanê yên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe biparêzin hewl didin ku ji nû ve teşe bidin Rojhilata Navîn. Dema ku gefên li dijî Tirkiyeyê dîtin, lez dan pêvajoyê. Dewlet jî bi eşkereyî diyar kir ku ger ew pirsgirêkên xwe çareser nekin, tiştê ku li Sûriye, Iraq û Lubnanê qewimî dikare li Tirkiyeyê jî çêbibe.”
Remzî Kartal anî ziman ku hêzên gerîlayên Kurdistanê erkên xwe bi cih anîne, lê divê civak jî rola xwe vilîze û wiha domand: “Divê em ji nû ve bi hêztir xwe rêxistin bikin. Divê gel hem xwe bi rê ve bibe û hem jî pêşengiya vê pêvajoyê bike.”
Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal di dawiya civînê de pirsên beşdaran bersivand.