BI DÎMEN

Li Marsîlyayê Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, salvegera 15’ê Tebaxê bi beşdariyeke mezin û bi coş hate pîrozkirin. Kurdên ku meydan dagirtin, şehîdan bi bîr anîn, stran gotin û govend gerandin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, salvegera destpêka têkoşîna çekdarî ya PKK’ê pîroz kirin. PKK’ê di 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an de çalakiyên çekdarî li navçeyên Dihê Sêrt û Şemzînan ê Colemêrgê pêk anîbûn û dest bi têkoşîna çekdarî kiribû. 

Pîrozbahiya ku li Meydana Canebière ya navenda bajêr hate lidarxistin, gelek kes tevlî bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê û bi xwendina marşa “Ey Reqîb” dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Mahsum Korkmaz (Egîd), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û hemû şehîd hatin bibîranîn.

Li qada pîrozbahiyê posterên Rêber Apo, Mahsum Korkmaz, Nûreddîn Sofî û Koçero Urfa hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meydan bi pankart, al û dirûşman bû qadeke ku ruhê têkoşînê nîşan dide.

Hevberdevkê Federasyona Komûnên Demokratîk ên Başûrê Fransayê Yilmaz Serhad di axaftina xwe de dîroka têkoşînê ya ji berxwedana zindana Amedê heta Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Rojava vegot. Serhad bal kişand ser rola jinên Kurd ên di refên pêş de û got: “Jinên Kurd bûne sembola azadiyê. Wêrekiya wan îlhamê dide me hemûyan.”

Pîrozbahî heta derengiya şevê bi muzîk û gerandina govendê berdewam kir. Beşdaran bi stranên Kurdî û sirûdên şoreşgerî govend gerandin û bi beezkirina dirûşmeyan daxwazên azadiyê careke din dubare kirin.