Li Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbînê, li ber Navenda Bazirganiyê ya Mercado li Altonê standek bi navê “Ji Mehmet Çakas re Azadî” vekirin.
Li standê pankarta “Freiheit fur Mehmet Çakas, Stoppt Die Abschiebung” hate vekirin û gel hate agahdarkirin. Herwiha kampanyaya îmzayê hate destpêkirin. Çalakî bi piştgiriya Meclisa Gel a Demokratîk a Hamburgê û hêzên enternasyonalîst ên Alman, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û şoreşê dest pê kir. Çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û wêneyên Çakas bilind kirin.
‘BI KURDAN RE PEYAMEK TÊ DAYÎN’
Anja Flach li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê daxuyanî da û diyar kir ku plana vegerandina Çakas ya bo Tirkiyeyê biryarek siyasî ye. Wê got: “Ev plana dersînoriyê li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye. Elmanyayê bi vê biryarê piştgirî dide hikûmeta faşîst a Tirkiyeyê. Bi şexsê Çakas re peyamek ji Kurdên Ewropayê re tê dayîn. Em ê destûrê nedin vê pêvajoyê.”
DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE
Flach, bang kir ku divê her kes îmze bike û ji bo Çakas dengê xwe bilind bike: “Li Tirkiyeyê jiyana Çakas di xetereyê de ye. Ji bo 28ê Tebaxê demek kêm maye. Divê her kes beşdarî kampanyaya îmzayê bibe û dengê xwe bilind bike.”
ÇAKAS: ÇALAKIYÊN LI DERVÊ HÊZÊ DIDIN MIN
Çakas li Girtîgeha Uelzenê, ji aliyê endama Meclîsa Jinan a Rojbînê Agnes Alvensleben û parlamentera Partiya Çep a Hanoverê Maren Kaminski ve hate ziyaret kirin. Agnes Alvensleben got ku silavên Çakas ji bo hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin hene. Alvensleben peyama Çakas wiha anî zimqn: “Bi vî awayî dixwazin pêvajoya li Tirkiyeyê sabote bikin. Elmanyayê bi zorê ez anîm vir. Niha jî bi zorê dixwazin min bişînin Tirkiyeyê. Ez nizanim Elmanyayê çi dixwaze bike. Hemû çalakî û xebatên li derve hêzê didin min. Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin. Em ê bi hev re serkeftinê bi dest bixin.”
Alvensleben piştî peyama Çakas got ku divê em hemû bi hev re ji bo Çakas berxwe bikin û divê Çakas were berdan.
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.