Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiyên Demokratîk ên Dersimê ya Ewropayê (ADEF) û Kongreya Avakirinê ya Dersimê (DIK) li dijî mîhracana ku ji hêla qeyûmê Dersimê were lidarxsitin daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîhrîcan hewldanek asîmîlasyonê ya li dijî nasnameya qedîm a Dersim û Munzurê ye.
Saziyan bang li hemû hunermend, nivîskar û rêxistinên demokratîk ên ku Mîhrîcana Çanda Dersimê ya Ewropayê li dar dixin kirin ku vê hewldanê protesto bikin û teşhîr bikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bang li gelê xwe dikin ku li hember ‘Mamekî Festê’ ya ku di bin siya Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê ku ev 23 sal in tevî hemû qedexeyan jî tê lidarxistin, bi xurtî rawestin û li ber xwe bidin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Dersim bi hezaran salan e herêmeke pîroz e û çiya, av û baweriya xwe diparêze. Hate gotin ku baweriya Elewiyan sembola rêzgirtina kûr a ji bo xweza, av, daran û mirovahiyê ye. Her wiha hate diyarkirim ku Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi salan e dengê bihêz ê ruhê qedîm, parastina xwezayê û îradeya gel e.
Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku gelê Dersimê yên ku dibêjin, “Dest nedin xwezaya min, zimanê min, baweriya min!” ji bo ava sar a Munzurê li ber xwe dan, parastin û zindî hiştin. Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku xwedî li dîrok, bawerî û kevneşopiya xwe ya berxwedanê derkevin û li dijî şahiyên bazirganî yên wekî Mamekî Fest helwesyeke hevpar nîşan bidin.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Munzur dê her tim bi azadî biherike! Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê dê her tim li van axan hebe.”