Bû salek ku stand li Lozanê tê danîn

Çalakiya standê li Lozanê ya ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah, salek e berdewam dike.

Salek bi ser ket ku ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand tê danîn û ji bo derxistina PKK’ê ji “lîstên terorê“ îmze tên berhevkirin.

Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK), Meclîsa Jinan a Lajînê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ve lê tê dewamkirin de, êrîşên nemirovî yên berpêyî Kurdistanê jî ji civaka Swîsreyê re tên ragihandin û têşhîrkirin.

Endama Meclîsa Jinan a Lajînê Ozlem Ozturk, têkildarê çalakiya standê ku salek bi ser ket, bersiva pirsên ANF’ê da û bi bîr xist ku wan salek berê li qada St. Laûrentê dest bi çalakiyê kiriye û got: “Li ser asasê pêkanîna azadiya Rêber Apo, em ê li çalakiya danîna standê bi piralî dewam dikin. Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinan, li Îmraliyê nivîsînê, em li Swîsreyiyan belav dikin.“

Ozturk anî ziman ku ew ji bo derxistina PKK’ê ji “lîstên terorê“ îmzeyan berhev dikin. Ozturk got ku bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurd û sivîlan dewleta Tirk sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike û wiha got: “Em di vê çalakiya standê de sûcên şer ên li dijî mirovahiyê jî teşhîr dikin.“