Li ser banga Rêber Apo, bi kongreya PKK’ê re fesihkirina rêxistinê û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî, cihê xwe ya di rojeva cîhanê de diparêze.
Ev geşedan bû rojeva Parlamentoya Swêdê jî.
Parlamentera Demokratên Sosyal Kadîr Kasiga bi awayekî fermî mijarê kir rojeva parlamentoyê.
Kasiga diyar kir ku Rêber Apo 26 sal in di hucreya yek kesî de di bin tecrîdê de ye û destnîşan kir ku banga dawî û biryarên kongreya PKK’ê geşedanên dîrokî ne.
DI DEMOKRATÎKBÛNÊ DE XWEDÎ GIRÎNGIYEKÎ JIYANÎ YE
Hin ravekirinên girîng ên di pêşnûmeyê de wiha ne: “Têkoşîna Kurdan a mafê çarenûsê ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve dewam dike. Hikûmetên berê yên Swêdê û Yekîtiya Ewropayê, bi armanca çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd banga diyalogê li Tirkiye û PKK’ê kirin. Niha ji bo çareseriyeke wiha derfendekî nû çêbûye. Li Tirkiyeyê beşek mezin a raya giştî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya di navbera Ocalan û hikûmeta Tirk de hatiye destpêkirin, dikin.
Tê payîn ku rêbazên siyasî û demokratîk li şûna têkoşîna çekdarî bigire; ev yek jî wê bibe gavekî dîrokî. Dîtina çareseriyeke demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd ne tenê ji bo aştî û aramiyê, di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xwedî giringiyekî jiyanî ye. Ev pirsgirêk yek ji astengiyên herî mezin e ku Tirkiye di endamtiya xwe ya YE’yê de rûbirû maye.
Tevî ku pêvajoya aştiyê ya bi PKK’ê re dewam dike jî zextên li ser muxalifan dewam dikin. Vê hefteyê hin şaredarên CHP’ê yên partiya sereke ya muxalefetê hatin binçavkirin û Serokê populer ê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bi mehan in binçavkirî ye.
YE’YÊ JI BO PIŞTEVANIYÊ AMADE YE?
Di vê çarçoveyê de ez vê pirsê ji Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergardê dikim: Wezîr û Hikûmet biryara PKK’ê ya xwe fesihkirina xwe û berdana çekan çawa dinirxînin?Gelo Wezir û Hikûmet amade ye ku di çarçoveya standartên mafên mirovan ên navneteweyî û rêgezên serweriya hiqûqê de ji bo çareseriya Kurd bi rêbazên diyalog û demokratîk, YE’jî di nav de bi rêyên cuda piştevanî bide Tirkiyeyê?
HTŞ’Ê JI BO ARAMIYA HERÊMÊ GEF E
Parlamenterê Kurd Kadir Kasirga, li ser êrîşên 3 rojên dawî yên li dijî Dûrziyên li herêma Suveydayê ya Sûriyê pêşniyarek pêşkêşî parlamentoya Swêdê kir. Pêşniyar bal dikêşîne ser gefa HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) ya li ser hemû neteweyî û çandî ya li Sûriyê. Çavlirêye ku Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergard bersivê bide.
Di pêşniyarê de wiha tê gotin:
“HTŞ ji aliyê Ebû Muhammed el-Culanî ve ku yek ji serokên berê yê El Qaîde û DAÎŞ’ê ye û niha xwe wekî serokdewletê Sûriyê îlankiriye ve tê rêvebirin.
HTŞ’yê, li şûna dîktatoriya Partiya Baasê, rejîmeke nû ya zordestiyê ava kiriye ku şîroveyên tundrew ên Îslamê ferz dike û her kesê li dijî van şîroveyan bêdeng dike, zordestî li wan dike an jî wan dikuje.”
Mafên jinan bi awayekî raste rast hatine sînordarkirin û jiyana kêmneteweyan di bin gefê de ye.
HTŞ’yê di sala borî de li dijî Elewiyan û Xirîstiyanan bi darê zorê koçberkirin û komkujî pêk aniye.
Herî dawî li Başûrê Sûriyê, di êrîşên hovane yên cîhadîstên girêdayî HTŞ’ê de li bajarê Siwedayê, gelek sivîlên Dûrzî jiyana xwe ji dest dane. Herwiha tûrbeyên Dûrziyan hatine wêrankirin, cihên pîroz hatine xirapkirin. Ev rewş hem êrîşên olî hem jî çandî ye û armanca wê paqijkirina demografîk e ku bi awayekî sîstematîk cihêrengiya Sûriyê tune bike.
Hem Yekîtiya Ewropayê hem jî DYE, bêyî ku çi diyareyêk ku ji bo rêzgirtina mafên kêmneteweyan nebe jî bi HTŞ’ê re ketine nav pêvajoyeke normalîzasyonê ya xetere. Bi van têkiliyan cezayên ser Sûriyê hatin kêm kirin û têkiliyên dîplomatîk dan destpê kirin. Ev nêzîkatî, safî û bi awayekî eşkere xetereyek mezin e.
HTŞ hêza xwe ji îdeolojiyeke tundrew a xîlafeta Îslamî digire ku cihê nade Xirîstiyan, Elewî, Dûrzî, Kurd û Misilmanên laîk. Ev tevger ne tenê ji bo Sûriyê û di nava demek dirêj de ji bo aramiya tevahiya herêmê û demokrasiya welatên rojava gefek mezin pêk tîne. Swêd divê ji bo parastina mafên mirovan, parastina kêmneteweyan û hevkariya navneteweyî, bikeve nav liv û tevgerê û çavên xwe li ser vê tundiya nû û hovane negire.”
Di vê çarçoveyê de, ji Wezîra Karên Derve Maria Malmer Stenergard re ev pirs kir:
Wezîrê Swêdê di nav Yekîtiya Ewropayê û platformên din ên navneteweyî de dê li hember rewakirina HTŞ’ê, ku zordestî li kêmneteweyan dike, mafên jinan sînordar dike û ji cihêrengiya Sûriyê re gef e, çi gavan biavêje?