Biryara DYE ya li ser şoreşgeran li pêşiya Sefaretxaneya DYE protesto kirin
Li Dusseldorfê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi mîtîngekê biryara li ser 3 rêveberên Tevgera Azadiya Kurd protesto kirin.
Li Dusseldorfê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi mîtîngekê biryara li ser 3 rêveberên Tevgera Azadiya Kurd protesto kirin.
Kurdistaniyan li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê mîtîngek lidar xist, biryar li ser rêveberên gelê Kurd Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan protest okirin.
Mîtînga ku ji aliyê Federasyona Med ve hate organîzekirin, pankarta bi nivîsa ‘Dewleta Tirk qirkirinê li ser gelê Kud dike, NATO û DYE’ hevkarê sûc e’ vekirin, wêneyên Bayik, Karayilan û Kalkan hatin vekirin.
Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç axivî û diyar kir ku ew îro li dijî biryara DYE’yê li gelek bajaran di nava çalakiyê de ne û got: “Bayik, Kalkan û Karayilan ne terorîst in. Daxwaz dikin ku DYE vê biryarê vekişîne. Ew rûmeta gelê Kurd in. Gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Divê bêheqî li gelê Kurd neyê kirin. Divê DYE destekê nede şerê qirêj, ji bo aştiyê hewldan bike.”
Kurdistaniyên li deverên cuda yên eyaleta NRW’ê tevlî çalakiyê bûn.