Bîranîna şehîdan: Têkoşînê mezin bikin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê şehîdên Gulanê hatin bibîranîn û malbatên di merasîmê de axivîn banga mezinkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li hemû cîhanê kir.

Bi pêşengtiya NAV-DEM’ê bi tevlîbûna girseyek qelebalix li bajarê Hannover ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê NAV-MED’ê Tahir Koçer axivî. Koçer şehîdên azadiyê bibîr anî û diyar kir ku ew bi ronahiya wan dimeşin û her roja diçe nêzîkî azadiyê didin.

Hevseroka Meclîsa Hannover Xoşnav Ata jî axivî û anî ziman ku divê ew her roj têkoşîna ku şehîdan ji bo wan hişî mezintir û xwedî lê derkevin. Ata got: “Erka dikeve ser milê me, em xwedî li hesretên wan derkevin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

Dayika şehîdekê Dayika Leman jî axivî û got: “Hemû şehîdên Kurdisanê zarokên min in. Îro gerîlayên li çiyayên Kurdistanê û li bajar û li Ewropa û her dera cîhanê têkoşînê dikin zarokên min in. Divê em vê têkoşînê mezin bikin.”

Birayê gerîla Bavê Elî jî ev got: “Birayê min ne tenê birayê min e, birayê hemû gelê Kurd ê welatparêz e. Şehîdê Kurdistanê ye. Erka dikeve ser milê me domandina têkoşîna wan e.”

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Arîf Yilmaz axivî û got: “Divê têkoşîna şehîdan hemû gelê me mezin bike. Divê li her derê dengê xwe bilind bikin.”

Di dewama bîranînê de dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan hate guhdarkirin.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.