Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîla, girtina rojnamevanan û Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, berdewam in. Akademîsyenên ji bo Aştiyê yên Elmanyayê (BAK-ELMANYA), li Berlîna paytexta Elmanyayê berteka xwe bi daxuyaniyekê li ber Werkstatt der Kulturen a kevin anîn ziman. Daxuyanî, bi Tirkî, Elmanî û Îngilizî hat dayîn. Metinê bi Tirkî ji aliyê Nevra Akdemîrê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Em, girtina hevrêya xwe, akademîsyena aştiyê, lêkolînera hêja Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci şermezar dikin. Bila demildest bê berdan. Bikaranîna çekên kîmyewî ku rê li ber xerabûnê vedikin, li gor protokol û peymanên navneteweyî sûc e. Gotina şik û gumanên xwe yên di vî warî de, ji bo bijîşk, rojnamevanan berpirsyariyeke pîşeyî ye. Divê venihêrînerên serbixwe lêkolîna îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî bikin. Rojnamevanên serbixwe ku îdîa kirin nûçe û hatin destgîrkirin jî divê bên berdan. Piştgiriya me bi Yekitiya Bijîşkên Tirk re û mamoste Şebnem re tam e. Em ê bi xwedî derketina li gotina ji bo aştiyê, li têkoşîna xwe dewam bikin.“