Bikaranîna çekên kîmyewî li Mannheîm û Darmstadtê hat protestokirin - HAT NÛKIRIN
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, li Mannheîm û Darmstadtê hat protestokirin.
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, li Mannheîm û Darmstadtê hat protestokirin.
Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, meş û mîtîng li dar xistin. Meş, saet di 17.30’an de li Wassertûrmê dest pê kir. Endama Parlamentoya Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût jî tev li meşê bû.
Kurdistaniyan, wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hildan û dirîşmên “Bijî Serok Apo“, “Bijî PKK“, “Jin jiyan azadî“ û “Bê Serok jiyan nabe“ berz kirin.
DARMSTADT
Li Darmstadtê jî mîtîng hat lidarixistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rosa û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve li Lûîzenplatzê hat lidarxistin.
Di axaftinên hatin kirin hat diyarkirin ku artêşa Tirk zêdeyî 6 meh in li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe û hewl dide bi hevkariya çete, cerdevan û hevkaran û bi bikaraîna gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleer, encam bigire. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên xwedî derketina li gerîla, bi dawî bû.