Bikaranîna çekên kîmyewî li Helsînkiyê hat protestokirin

Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê dijîn, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîla pêk tîne, daketin qadan. Girse ji bo balê bikêşîne li ser bikaranîna çekên kîmyewî cilên spî li xwe kirin û ji bo bibîranîna şervanên azadiyê yên şehîd bûne, deqeyek rêz girtin. Piştre daxuyanî hat xwendin û belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran pankarta têkildarî şermezarkirina bêdengiya OPCW’ê, hildan û xwestin ku ji bo tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve, lêkolîn bê destpêkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk û ji bo silavkirina berxwedana gerîla, bi dawî bû.