BI DÎMEN

Li Lorîentê şehîd hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Lorîentê fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û şervanê HPG’ê Bahtiyar Gabar bi bîr anîn.

Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê Fransayê dijîn, fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Ûrfa û şervanê HPG’ê Bahtiyar Gabar ên ku di encama êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûn, bi çalakiyekî bi bîr anîn.

Çalakî bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hate pêşandan. Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di axaftinan de jî îşaret bi rola pêşengiyê ya Nûreddîn Sofî di Şoreşa Azadiya Rojava û têkoşîna fedayî ya Koçero Ûrfa û Bahtiyar Gabar hate kirin. Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya xwedî derketina li mîrateya şehîdan û dewamkirina îdealên wan. Her wiha girîngiya dîrokî ya Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bi bîr xistin.

Axaftvanan gotina Rêber Apo ya ‘Tevgera Azadiyê romanekî bê dawî ye’ bi bîr anîn û diyarkirin ku yek ji qehremanên sereke yê vê romanê Nûreddîn Sofî ye. Her wiha diyarkirin ku Tevgera Azadiyê di heman demê de tevgera kedê ye û anîn ser ziman ku şehîdên şoreşa Kurdistanê mînakên herî xurt ên vê têkoşînê ne.

Di axaftinan de îşaret bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hat kirin. Hate diyarkirin ku gelê Kurd û gerîla tiştê ku ketiye ser milê wan pêk anîne û wiha hate gotin, “Maseya ku Rêberê Gelê Kurd lê ye, nade windakirin, bide qezenckirin. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku destê Rêbertiya xwe xurt bikin.”

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyan bi dawî bû.