Berxwedana li pêşiya NY didome
Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî berxwedana ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di çalakiyê de berxwedana gerîlayan jî hate silavkirin.
Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî berxwedana ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di çalakiyê de berxwedana gerîlayan jî hate silavkirin.
Ji 25’ê Çileyê û vir ve li Cenevreyê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tê kirin. Çalakî her roja Çarşemê tê lidarxistin.
Li konê berxwedanê ya li pêşiya NY parêznameyên bi Fransî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û broşur hatin bicihkirin.
Di çalakiyê de ji bo gerîlayên li Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûne jî rêz hate girtin.
Hevserokê CDK Cenevreyê Salîh Sagam diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe û ew ê gelê Kurd di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ jî têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê bidomînin.