Bêrîtan û Şehîdên Cotmehê li Lavrîoyê hatin bibîranîn
Şehîd Bêrîtan a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de û Şehîdên Cotmehê li Lavrîoyê hatin bibîranîn.
Şehîd Bêrîtan a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de û Şehîdên Cotmehê li Lavrîoyê hatin bibîranîn.
Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de û Şehîdên Cotmehê li Kampa Lavrîoyê ya paytexta Yewnanîstanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de wêneyê Şehîd Bêrîtan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPS’ê hatin daliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bi giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Aktîvîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger Welat Mêrdîn axivî û got: ”Şehîd Bêrîtan sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê ye. Em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.”
Rûniştvanên kampê helbest ji bo bîranîna Şehîd Rûken, Bêrîtan û Şehîdên Cotmehê xwendin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û ”Bijî Seroka Apo” bi dawî bû.