Belçîka wê Dewleta Fîlîstînê nas bike, pêkanînan dîne ser Îsraîl û Hamasê

Belçîkayê ragihand ku meha Îlonê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê Dewleta Fîlîstînê bi rengekî fermî nas bike. Di heman demê de wê pêkanînan dîne ser Îsraîlê û Hamasê.

Wezîrê Karên Derve Maxime Prevot biryarên ku piştî danûstandinên demdirêj ên nava hikumeta federal hatin wergirtin, ji raya giştî re ragihand.

Li gorî vê yekê, Îsraîliyên serî li tundiyê dane, endamên Hamasê û wezîrên rastgiriya tund ên Îsraîlê Itamar Ben Gvir û Bezalel Smotrich li lîsteyê hatin bicihkirin ku ketina wan a li Belçîkayê qedexe ye.

Her wiha wê transfera çekan û malzemeyên leşkerî ji bo Îsraîlê jî bi temamî bêne rawestandin.

Belçîka wê mohra xwe dîne binê 'Belavoka New Yorkê' ya ku bi hewldana Fransa û Erebistana Siûdî hatiye amadekirin û piştrast bike ku ew piştgiriyê dide çareseriya bi rengê du dewletan. Lê beêl pêvajoya naskirina fermî bi şertê dûrxistina Hamasê ji rêveberiya Fîlîstînê û berdana dîlgirtiyên Îsraîlî ve hate girêdan.

Wezîr Prevot biryarên hatin wergirtin weke 'gaveke dîrokî' pênase kir û got, "Belçîka wê Fîlîstînê nas bike û li hemberî hikumeta Îsraîlê pêkanînên hişk bixe meriyetê. Di heman demê de em ê terora Hamasê û antîsemîtîzmê jî bi biryardarî şermezar bikin."