Bektaş Yavûz: Kurd li Îngilistanê aktorekî girîng ê polîtîk e

Dîrektorê Centre for Kurdish Affairs Bektaş Yavûz hevsengiyên siyasî yên li Brîtanyayê nirxand û anî ziman ku Kurdên li Brîtanyayê êdî ji civakeke koçber wêdetir veguherîne hêzeke siyasî.

Li Îngilistanê encamên hilbijartinên xwecihî nîşan dide ku hevsengiya siyasî ya li vî welatî bi lez diguhere. Partiya Reform UK ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberan tê naskirin, di hilbijartinê de bi ser ket. Partiya Karker a li desthilatdariyê û Partiya Muxafazakar dengê xwe gelekî kêm kirin.

Reform UK bi sedan endamên meclîsên şaredariyan bi dest xist. Partiya Keskan jî li bajarên mezin û li nava hilbijêrên ciwan dengê xwe zêde kir.

Li Walesê partiya alîgirê serxwebûnê Plaid Cymru bû yekemîn, Partiya Karker derb xwar. Encamên hilbijartinê lîderiya Serokwezîr Keir Starmer kir mijara nîqaşê û bangên îstifayê li nava Partiya Karker zêde bû.

Di hilbijartinên xwecihî de bi dehan namzetên Kurd di nava partiyên cuda de tevlî hilbijartinê bûn. Li herêmên bakur ên Londonê afîşên bi Kurdî û kampanyayên bi pir zimanî bal kişandin. Dîmenê ku namzetên Kurd nîşan dan, raxist pêş çavan ku civaka Kurd êdî ne tenê civakeke koçber e, lê di nava siyaseta Îngilistanê û rêveberiyên xwecihî de aktoreke ku dixwaze bi xurtî bê temsîlkirin.

Di nava Partiya Karker û Partiya Keskan de gelek Kurd ji bo meclîsên şaredariyê hatin hilbijartin.

Dîrektorê Navenda Lêkolînên Kurd "Centre for Kurdish Affairs" ku navenda wê li Londonê ye Bektaş Yavûz tabloya siyasî ya li Îngilistanê û hewldanên Kurdan ên li nava siyasetê nirxand.

Bektaş Yavûz işaret bi rola dîrokî ya Îngilistanê ya li siyaseta Rojhilata Navîn kir û anî ziman ku bandora Qraliyeta Yekbûyî ya li ser qadên siyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk a li herêmê hîn jî dewam dike.

Yavzûz ragihand ku Kurdên li Brîtanyayê êdî weke civakeke koçber nikare bê vegotin û destnîşan kir ku bi taybetî li Londonê civak Kurd li qadên civakî, aborî û siyasî veguherîne aktorekî girîng. Yavûz ragihand ku Kurd salên dûr û dirêj tevlî têkoşîna sendîkayî, rêxistinên jinan, tevgerên hawirdorê, kampanyayê li dijî nijadperestiyê û karên demokrasiya xwecihî bûn û diyar kir ku ev danhevî ji bo demokrasiya Brîtanyayê girîng e.

Lê belê li gorî Yavûz ev giraniya civakî heta niha têrê nekir ku Îngilistan destketiyên Kurdan biparêze û di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi roleke erênî rabe.

Yavûz anî ziman ku li Îngilistanê serdemeke nû ya siyasî ya ji gelek aktoran û parçebûyî destpê dike û di mijara nêzîkatiya li civaka Kurd de hişyarî da hêzên biryardanê.

Yavûz got, "Jinedîtîhatina daxwaz, destketiyên Kurdan û lêgerîna çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn ne tenê Kurd her wiha demokrasiya Îngilistanê bi xwe lawaz diek."

Yavûz destnîşan kir ku tabloya siyasî ya nû nîşan dide ku di siyaseta xwecihî de rola aktorên civakî gelekî girîng bûye û di vir de jî civaka Kurd li cihekî girîng e.

Yavûz diyar kir ku danheviya Kurdan a li dora mafên mirovan, tevlîbûna jinê, diyalog û aştiyê ji bo demokrasiya Brîtanyayê hêja ye û destnîşan kir ku civaka Kurd bi vê danheviya xwe amade ye ku di demokrasiya Brîtanyayê de bi rola çêker rabe.

Yavûz destnÎşan kir ku li hemberî bloka rastgiriya tund pêwîstî bi tifaq û yekîtiyeke hêzê ya demokratîk a berfireh ji bo Brîtanyayê heye.