Bêdengiya OPCW'ê tê protestokirin

Kurdistaniyên li Den Haagê li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, OPCW’ê protesto dikin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker bêdeng dimîne, şermezar kirin.

Bi dirûşmeyên, “Êrîşên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li ser Kurdan rawestînin” û “OPCW çima lêkolînê nakin?” Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla pêk tîne bêdeng dimîne, tê protestokirin.

Meş bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, dest pê kir.

Xoşnav Ata ku bi mehan e li ber OPCW’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe, bi pankarta “Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî biraziyên min qetil kir” li refa pêşiyê meşê cih girt. Girse bi pankartên, “OPCW, bêdeng nemîne, lêkolînê bike û ji bo ku çekên kîmyewî bi kar neyne, Tirkiyeyê rawestine” meşa xwe didomîne.

Meş bi tevkariya ADGB, rêxistinên bîr û baweriyan, rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên ciwan û jinan tê lidarxistin.