Bêdengiya çapemeniya Swîsreyê ya li hemberî hewldanên dagirkeriyê û sûcên şer ên çeteyên selefî yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên HTŞ’ê, ji aliyê Kurdên li Lozanê ve hat protestokirin. Kurdan li ber avahiya RTS’ê bi dirûşmên “Li Kobanê zarok ji sermayê dimirin, RTS bêdeng dimîne” bang li rayedarên televîzyona dewletê kirin ku hestiyar bin.
Dema ku êrişên çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojavayê dibin sedema qetilkirina bi sedan sivîlan, ku jin û zarok jî di nav de ne, bêdengiya welatên Ewropayê berdewam dike. Tevî ku çalakiyên Kurdistanî di civakê de deng vedidin jî, bêdengiya dewlet û medyayê bi awayekî balkêş didome.
Bi sedan Kurdistaniyên li Lozanê dijîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lajîn û Navenda Çanda Kurdistanê, saet di 15:00 de li ber navenda RTS’ê hatin cem hev. Çalakgeran pankart û dowîzên wekî “Li Kurdistanê Dawî li Komkujiyê Bînin”, “Kobanê Hûn Parastin, Nexwe Hûn?”, “Rojava Biparêzin, Kurd Berxwedidin Çapemenî Bêdeng e”, “RTS Agahiyê Bide û Bêdeng Nemîne” hilgirtin. Her wiha maketa ku pitikên li Kobanê ji sermayê mirine temsîl dike, danîn ber deriyê RTS’ê.
Mûsa Îtah li ser navê komê daxuyanî da û got: “Li Rojava, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê trajediyeke mezin a mirovahiyê diqewime. Li herêmê êrişên dijwar, bombebaran û sûcên giran ên li dijî gelê sivîl berdewam dikin. Malbat ji cih û warên xwe dibin, jiyan têne tunekirin û gefa komkujiyê her roj mezin dibe. RTS nikare li hemberî van hemûyan bêdeng bimîne. Divê bêdeng nemîne. Saziyeke weşana giştî nikare li hemberî trajediyeke bi vî rengî bêxem be.”
Îtah bi bîr xist ku bi rojan e li Lozan û gelek bajarên Swîsreyê Kurd li qadan in û got, “Ev bêdengî ne baş e. RTS nikare çavên xwe li rastiya bêdengiya Swîsre û dewletên din ên Ewropayê bigire.”
BI RAYEDARÊN RTS'Ê RE HEVDÎTIN HATE KIRIN
Piştî çalakiyê bi rêveberên RTS’ê re hevdîtinek pêk hat. Şandeya ku ji aliyê Berpirsa Beşa Nûçeyên Navneteweyî Anouk Henry û Şefê Redaksiyona Nûçeyan Laurent Caspary ve hat qebûlkirin, bi bîr xist ku bêdengiya çapemeniyê ya li hemberî çalakiyên Kurdan kujeran cesaret dike. Şandeyê dosyaya ku li ser rewşa dawî ya li Rojava amade kiribûn, radestî Anouk Henry kir. Di encama hevdîtinê de hat diyarkirin ku RTS dê di nîşandana sûcên şer ên li Sûriyeyê bi taybetî yên li dijî qadên sivîl de hestiyartir tevdigere.
Piştî hevdîtina erênî, Kurd bi al û dirûşmên xwe heta Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê meşiyan û çalakiya xwe bi dawî kirin.