Bav û kurê Efrînî li çemê Renê xeniqîn
Li bajarê Bonnê bav û kurê wî yên ji Efrînê di nava çemê Renê de xeniqîn.
Li bajarê Bonnê bav û kurê wî yên ji Efrînê di nava çemê Renê de xeniqîn.
Li navçeya Bornheîm a bajarê Bonn ê Elmanyayê trajediyeke giran a malbateke Efrînî qewimî.
Li gorî agahiyan, malbata Hemsoro ya ji 4 kesan roja Duşemê ji bo ger û geştê çû kêleka Çemê Renê.
Herdu zarokên malbatê yên heft û çar salî ji bo xwe hênik bikin ketin nava çem, lê belê li ber avê ketin.
Bav Hemîd Ebdo Hemsoro ji bo zarokên xwe rizgar bike kete çem, lê belê ji ber ku wî jî bi avjeniyê nizanîbû li ber avê ket.
Zarokê 4 salî bi xwe karîbû ji nava avê derkeve, lê belê bav Hemîd Ebdo Hemsoro û kurê wî yê 7 salî Rojan li ber avê ketin.
Tîmên rizgarkirinê piştî saetekê bav û kur li qiraxa çem di nava avê de dîtin. Herdu jî rakirin nexweşxaneyê, lê belê jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku Hemîd Ebdo Hemsoro yê 36 salî û kurê wî Rojan ji gundê Qîbarê yê Efrînê bûn.