Banga ‘Îmraliyê’ li hikûmeta Swêdê hat kirin

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê partiyê Hakan Svennelîngê têkildarî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hikûmetê kir.

Svennelîng ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên mafên mirovan ên Tirkiyeyê têkildarî mijarê pêşnûmepirs pêşkêşî Wezîrê Karên Derve Tobias Billstrom kir.

Di pêşnûmepirsa Svennelîng de hat destnîşankirin ku Tirkiye gelek caran di binpêkirina mafên mirovan de sûcdar hatiye dîtin û di lîsteya Projeya Edaletê ya Cîhanê ya serbixwe de rêza binî de cih digire.

Di pêşnûmepirsê de cih da pirsgirêkên weke girtinên kêfî, darizandinên lezgîn, muameleya xirab û êşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê hatin kirin.

Di pêşnûmepirsê de hat ragihandin ku şandeyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê, di Gulana 2019'an de çûye Girtîgeha Îmraliyê ya ewlekariya bilind, CPT'yê bang li Tirkiyeyê kir ku tecrîda li ser girtiyan kêm bike.

Håkan Svennelînê ji Wezîrê Karên Derve Tobias Billstrm ji bo ku Tirkiye li gorî pêşniyarên CPT'yê tevbigere, tedbîrên ku divê bên girtin pirsî.

Di pêşnêmepirsê de hat diyarkirin ku hevdîtina dawî ya Abdullah Ocalan a bi parêzerên xwe re di sala 2019’an de pêk hatiye, şert û mercên girtîgehê xirab bûne û xwest ku ji bo ku Tirkiye li gorî mafên mirovan tevbigere tedbîr bên girtin.

Svennelîngê pirsa; “Wezîr di hevdîtinên xwe yên dualî de gelo ji bo ku Tirkiye li gorî pêşniyarên Komîteya Pêşîgirtina Êşkence, Rûmetşikandin, Ceza û Muameleya Dijmirovî ya Ewropayê tevbigere, difikire ku tedbîran bigire?" pirsî.