Balafira bêmirov a Rûs li Romanyayê ket: NATO û YE’yê nerazîbûn nîşan da

Di dema êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de, balafira bêmirov a Rûs kete qada hewayî ya endamê NATO Romanyayê û li avahiyeke li bajarê Galati ket. Ev yek bû sedema krîza navneteweyî.

Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku şeva 28-29’ê Gulanê di dema êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de droneke Rûs kete qada hewayî ya Romanyayê, piştî şopandina radarê li banê avahiyeke li bajarê Galati ket û bû sedema şewatê.

Di bûyerê de 2 kes bi rengekî sivik birîndar bûn, rêveberiya Romanyayê ev yek weke yek ji binpêkirinên herî cidî ya li ser xaka welêt nirxand.

‘NÊZÎKATIYEKE BÊBERPIRSYAR’

Wezareta Karên Derve ya Romanyayê bûyer weke “nêzîkatiya bêberpirsyar” a Rûsyayê nirxand. Serokkomar Nicuşor Dan banga civîna lezgîn li Konseya Parastinê ya Bilind kir.

DIBE KU MADDEYA 4’AN A NATOYÊ BIKEVE ROJEVÊ

Wezîrê Karên Derve Oana Toiu jî diyar kir ku dibe ku maddeya 4’an a mekanîzmaya îstişareyê ya Peymana NATO’yê bikeve rojevê.

JI NATO, YE Û FRANSAYÊ NERAZÎBÛN

NATO’yê ev nêzîkatiya Rûsyayê weke “bêberpirsyarî” nirxand û şermezar kir. Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte ragihand ku ew bi rayedarên Romanyayê re di nava peywendiyê de ne.

Serokê Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen got, Rûsyayê di şerê li dijî Ûkraynayê de ‘car din sinirê xwe derbas kir’. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî bûyer weke “çalakiyeke bêberpirsyar” nirxand.

ÛKRAYNA: GEF LI DIJÎ HEMÛ EWROPAYÊ YE

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Andrii Sybiha diyar kir ku bûyera li Romanyayê car din nîşan da ku êrîşkariya Rûs ne tenê Ûkraynayê, li herêma Behra Reş û hemû Ewropayê gefê dixwe.