Bakirhan li Kolnê axivî: Muzakere kirin, devberdana ji têkoşînê nîn e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di resepsiyona ku li Kolnê beşdar bû de, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got: “Muzakere kirin, nayê wê wateyê ku Kurd, Elewî û jin dev ji daxwazên xwe berdidin

Şandeya ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Celal Firat û Cîgira Hevserokên Giştî ya Berpursa Komîsyona Gelan û Baweriyan a partiyê Yuksel Mutlu jî tê de bûn, beşdarî resepsiyona festîvala "Bibe Yek” bû, ku dê sibê ji aliyê Federasyona Yekîtiyên Elewiyên Elmanyayê ve li Kolnê bê organîzekirin.

Bakirhan tekez kir ku muzakere nayê wateya devberdana ji maf û azadiyan û wiha got:

“Muzakere kirin ne devberdana ji mafên hemwelatiya wekhev a Kurd û Elewiyan e, ne jî devberdana ji maf û azadiyên demokratîk ên jinan e. Muzakere tiştekî din e. Muzakere ne li ser wê yekê ye ku Kurd dev ji zimanê xwe yê dayikê berde. Muzakere ne li ser wê yekê ye ku Elewî dev ji mafê hemwelatiya wekhev berde. Tenê amûrek diguhere. Lê divê yekitî, tifaq û têkoşîna me her ku diçe mezin bibe û berdewam bike.”

EM HETA MEHA TÎRMEHÊ BENDA RÊZIKNAMEYA ZAGONÎ NE

Bakirhan bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got ku heta meha Tîrmehê bendewariyeke wan a rêziknameyeke zagonî ya berfireh heye. Bakirhan diyar kir ku divê ev zagon beşdariya kesên ku têkoşîna çekdarî dimeşînin di jiyana siyasî û civakî de dabîn bike; her wiha destnîşan kir ku divê kesên li sirgûnê vegerin welat, girtiyên siyasî azad bibin û dozên siyasî bi dawî bibin.