Li Parlamentoya Swêdê derbarê pirsgirêka demokrasiya li Tirkiyeyê, qedexeya PKK’ê û pirsgirêka Kurd konferansek hate lidarxistin.
Parlamenterên Sosyal Demokrat ên ku li Swêdê desthilatdar in, parlamenterên Partiya Çep û partiyên din û gelek nûnerên rêxistinên sivîl tevlî konferansê bûn.
Parlamenterê Partiya Lîberal Fredrîk Malm axaftina vekirinê kir. Fredrîk Malm yên di konferansê de amadebûn silav kir û got ku Koma Dostaniya Kurd-Swêdî ya Parlamentoya Swêdê nêzî 30 sal in heye û kom bê navber xebatên xwe didomînin.
Fredrîk Malm êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku li Tirkiyê êdî ti maf û hiqûq nemaye.
'DESTHILAT POLÎTÎKAYA TINEKIRINÊ PÊKK TÎNE'
Sernavê axaftina Ozsoy wiha ye:
"Ez dixwazim rewşa ku beriya bêm vir li Newala Qesaba qewimî ji we re vebêjim. Li Newala Qesaba ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve qetlîamek hat kirin. Çawa ku bi rexmê ewqasê dem li ser wê derbas bûye jî lê ev komkujî nehatiye ronîkirin û berpirsyarên vê nehatine cezakirin, îro jî dewleta Tirk li cihê ku qetlîam lê hatiye kirin, dixwaze blokên înşaetê û vîlayan çêbike. Gelê me yê ku li dijî vê yekê derketiye û 7 wekîlên me, dema ku xwestin li cihê ku komkujî lê hatiye kirin rewşê protesto bikin, rastî tundiya hêzên dewleta Tirk hatin. Di vê nuqteya ku hatiye de çawa ku êdî hemû welat li gorî pîvaneke hiqûqî tevnagere, sîstemeke Tirkperest û Îslamî ya ku maf û azadiyên bingehîn ji holê radike, li ser civakê hatiye ferzkirin. Hevserokên berê yên partiya me Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de bi dehan parlementer û hevşaredarên me niha girtî ne.
Hikumeta Tirk, îdeolojiyeke nû ya ku Erdogan û şirîkên wî derxistinî holê heye. Bi feraseteke îslamî û Tirkperestî bi nefreteke mezin zilm li hemû welat tê kirin û pêvajoyeke wisa heye ku tê xwestin îradeya siyasî û rewşa nasnameya Kurdistanê bi temamî ji holê bê rakirin.
'ROLA KILÎT YA HDP YE'
Derket holê ku Erdogan û şirîkên wî bi taybetî di hilbijartinên dawî de dengek girîng winda kirin. Di hilbijartinên dawî de ku HDP’a ku li kêleka partiyên muxalefetê cih girt, roleke sereke lîst, Erdogan û hevkarên wî beşeke mezin a şaredariyên bajarê mezin winda kirin. Ev rewş bû hêviyek ku dawî li desthilatdariya Tirkperest û Îslamgera ya ku her roj dixwaze welat bikşîne nav tarîtiyê. Li hemberî hemû êrîşên li ser me, em vê hêviyê didomînin.
Her kes dizane ku di hilbijartinên dema pêş de partiya bi rolê kiît ya ku bikare desthilatdariya totalîter û dîktator a bi hevpariya AKP-MHP’ê bide sekinandin, HDP ye. Di heman demê ji bilî HDP’ê ti partî nikare pergala ku Erdogan û şirîkên wî têk dayî, hê bêhtir ji bingeh ve, li gorî mafê mirovan û bi nêzîkatiyekî ku mafên gelê Kurd dixe bin garantiyeke hiqûqî dîzayn bike.
TECRÎDA ÎMRALIYÊ
Di demeke wiha de ku şer bi dijwarî heye, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Dewlet ji bo bidawîkirina şer bi ti awayî naxwaze danûstandinan bike. Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya qebûlkirina wê yekê ku şer ti carî nabe çareserî û ketina nava lêgerîna ji bo çareseriyê ya li ser bingehekî mirovî. Lê heta niha Erdogan û şirîkên wî ji bo ku hêza xwe winda nekin bi awayekî xwînxwarane şer didomînin.
'JI BO DEWLETA TIRK HEMÛ KURD DI HEDEFÊ DE NE'
Rewşeke dij-Kurd heye ku bi awayekî rêxistinkirî xwe vedizandiye nava hemû saziyên dewletê. Dewleta Tirk ne tenê di wê rewşê de ye ku bi PKK’ê re şer dike. Dixwaze li ku derê Kurd lê hene parçe bike. Bi taybetî jî di vê çarçoveyê de êrîşî Iraqê dike. Dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bibin û Iraqê perçe bikin. Erdogan û şirîkên wî gelek caran diyar kirin ku ew ê heman xeletiya dewleta 95’an a li Iraqê kir, nekin. Yanî tu carî qebûl nakin ku Kurd li Iraq û Sûriyê bibin xwedî statu û ji bo vê jî çavên xwe li hember her tiştî reş kirine.
Barzanî heta sala 2014’ê nikarîbû bêyî destûra taybet biçe Emerîkayê. Ji ber ku di lîsteya rêxistina terorê de bû. Lê tevî vê yekê jî PDK îro li hemberî me heman gotin û tedbîrê bi kar tîne. Kesê ku li dijî vê axaftinê nerazî be û bêdeng be, divê baş bizane ku ev nêzîkatî tê wateya ku li hemberî gelê Kurd alîgiriya axaftin û helwesta dewlet û PDK'ê dike. Em li hemberî vê arasteyê bêdeng man. Her axaftin û nêzîkatiyeke ku îtîraz neke, tê wê wateya bûyîna aliyekî yê kiryarên ku îro dewlet dike."
FARMO: DIVÊ PÊNASEYA TERORÎZMÊ YA LI EWROPA BIGUHERE
Parêzer Jan Farmo jî diyar kir ku têkoşîna wî ya li dijî bêhiqûqiya li dijî Kurdan ezmûna herî watedar a jiyana wî ye.
Farmo got:
“Di dosyayê de xala ku ez lê dinêrim û di mijara sereke de li ser disekinim pêvajoya krîmînalîzekirina hemû Kurdan e. Hûn bawer bin, ev pêvajoyeke welê balkêş e ku... Wek ku Hişyar Ozsoy jî gotiye, Kurdên ku wek eşqiya, anarşîst û komunîstên van 100 salên dawî, êdî di çavê dewletê de êdî bi temamî wek terorîst tên dîtin. Heta ku li Ewropayê pênaseya terorê û nêzîkatiya vê mijarê neguhere, teşhîrkirina kiryarên dewleta Tirk, û di vê wateyê de zextên ku bên kirin wê bê encam bimînin. Di rastiyê de dema ku di sala 1996’an de li Belçîkayê televizyona Kurdî hat avakirin, bi heman têgînan axaftinek li dijî Kurdan destpê kir. Piştî sala 2000’î jî ev krîmînalîzasyona ku li dijî Kurdan dihat rêvebirin êdî ji aliyê kesên profesyonel û mezin ên biryaran didin ve hate gotin. Wê demê PKK’ê li Ewropayê qet şîdet jî bi kar ne dianiye, hîn jî bikar nayne. Tu metirsiya PKK’ê li ser tu dewlet û dezgehên Ewropayê nîne.
Yek ji armanca xistina PKK'ê di lîsteyê de ew e ku dixwazin PKK'ê biguherînin. Dewletên Ewropayê dixwestin ku PKK ji wan re bibe tevgereke paramîlîter ku ji tehakuma dewletên Ewropayê dernekeve. Awayê çêkirina lîsteyê ji serdema şerê sar ve maye. Bi rewşên neheq yên ku ti bingeheke çêkerî ya wan tineye re, bi motîvasyoneke li gorî berjewendiyên dewletên Ewropayê lîsteyek wiha tê amadekirin.
Li gel gelek hevalên min ên parêzer ên Hollandî, me li dijî dosyaya krîmînalîzasyonê ya li ber destê me têkoşînek hiqûqî meşand. Çawa ku me di serî de bêhiqûqiya dewletên Ewropî nîşan da, me bi vî awayî karî hêviya xwe ya di vê mijarê de zêde bikin. Ji bo ku PKK li Ewropayê di lîsteya terorê de cih bigire 3 sedem hatin nîşandan: Pere, qaçaxçîtiya mirovan û narkotîkê û bikar anîna şîdetê. Di parêznameyên hiqûqî de hemû îdiayên derew ên îstixbarata dewleta Tirk ên weke şûştina pereyan an jî bazirganiya mirovan hatin derewandin. Îro rêveberên dewleta Tirk bi xwe ku ji dozên qaçaxçîtiyê, narkotîkê û şûştina pereyan li Ewropayê tên darizandin, deh qat zêdetir ji dozên ku dixwazin bikin malê PKK’ê. Lê divê were zanîn ku hemû tohmetên li ser PKK’ê hatin redkirin. Ji aliyê din ve wê Tirkiye neçar bimîne ku her roj hinekî zêdetir xwedî li sûcên xwe yên di qada navneteweyî de pêk anî derbikeve.
Ji sala 2006’an û vir ve ji bo ku PKK ji lîsteyê bê derxistin û siyasetmedarên Kurd neyên krîmînalîzekirin, em têkoşîneke hiqûqî didin meşandin. Em çiqasî rewşa rast eşkere bikin jî, Emerîka zextê li hikûmeta Belçîkayê dike ku dosyayê ji rehendê wê yê siyasî qut bike û weke sûc nîşan bide. Divê were zanîn ku ev bi serê xwe ne dosyayek sûc û siyasî ye jî. Li wir şerekî navxweyî heye. Rewşek heye ku mirin belavî demek pir dirêj bûyî heye. Şer jî li hemû civakê belav bûye. Pênaseya terorê ya ku tê pêşkêş kirin bi tu rewşa ku bi rastî heye re nagunce. Tiştê ku me niha bi dest xistiye ev e ku hûn nikarin pênaseya xwe ya terorê bi şerekî navxweyî yê domdar re biguncînin û li ser yek ji aliyên şer ferz bikin. Ger dewletên Ewropî li cihekî ku hîn zêde nakokî lê heye vê pênaseya terorê bi heman şêwaz û pênaseyê bi kar bînin, divê were zanîn ku ev helwesteke ne mafdar ya di bercewendiya dewleta Tirk de ye. Dîsa ez dibêjim ev ne pirsgirêka terorê ye, pirsgirêka şerê navxweyî ye. Her wiha ji bo şerê ku li Kurdistan û Tirkiyê diqewime bi awayekî aştiyane bi dawî bibe divê dest ji vê helwestê were berdan.
AYDAR: BIRYARÊN HEYÎ HEMÛ KURDAN MEXDUR KIR
Sernavên axaftina Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar wiha ye:
"Komara Tirkiyê ji roja damezrandina xwe heta niha hebûna Kurdan înkar kiriye, bi tundî û şîdeteke mezin hemû tiştên bi Kurdan re têkildar in, heta axaftina bi Kurdî jî, qedexe kiriye. Li dijî vê polîtîkayê, Kurdan her tim li berxwe dan û bi dehan serhildanên wê çêbûn. Li gorî qeydên dewletê bi xwe, serhildana ku bi pêşengiya PKK’ê pêşket serhildana 29. a Kurdan e. Di atmosferekî ku tê de her tişt qedexe ye, hemû rêyên xweîfadekirinê girtî ne û doza herî biçûk a mafan bi darê zorê tê çewisandin de ji bilî serhildanê bijardeyeke din Kurdan nemabû. PKK 49 sal berê ji aliyê komeke biçûk a xwendekaran ve hat damezrandin. Tevgerên Kurd jî hatin qedexekirin û endamên wê avêtin zindanan, 38 sal berê neçar ma bi têkoşîna çekdarî daxwazên xwe bîne ziman û ev pêvajo hê jî didome.
Her ku Tevgera Azadiya Kurd pêşket û berfireh bû, qedexeyê sînorên Tirkiyê derbas kir û derbasî Ewropa û Emerîkayê bû. Di çarçoveya lêgerîna Tirkiyê ya ji bo piştevaniyê li derve, welatên hevalbendên Tirkiyê yek bi yek dest bi qedexekirina PKK’ê kirin û xistin lîsteya terorê. Ev bû sedema dozên nû, girtinên nû û gazindên mezin. Mijar tenê bi PKK’iyan re sînordar nebû, her çiqas her kes ne wek hev bû jî, bi giştî Kurd mexdûr bûn. Di vê demê de bi taybetî li Elmanyayê li ser deh hezaran kesan lêpirsîn hat vekirin, hatin destgîrkirin, girtin, hesabên wan ên bankayê hatin cemidandin, mafê niştecihbûna wan hatin betalkirin, belgeyên wan ên rêwîtiyê hatin desteserkirin. Bi sedan komele, rojname, ajans, televîzyon û radyo hatin girtin û mal û milkên wan hatin desteserkirin.
Elmanya yek ji welatên ku herî zêde lîsteya qedexe û terorê lê tê sepandin e. Lêpirsînên vekirinî, cezayên îdarî û pêkanînên danî yên Elmanyayê bêsînor in. Zêdeyî deh hezar kes bûne mexdûrên van pêkanînan. Di heyama qedexeyê de 408 dozên sûc hatin vekirin, hin ji wan bi awayekî komî hatin vekirin û hemû jî bi cezayê girtîgehê hatin bi encamkirin. Li Elmanyayê hêj dozên didomin û girtiyên siyasî yên Kurd hene. Di dema hikûmeta Angela Merkel de dosyayên 6500 Kurdên ku di bin lêpirsînê de bûn bi rayedarên Tirk re hatin parvekirin. Hin kesên ku haya wan ji vê rewşê tune ye dema diçin Tirkiyê tên destgîrkirin û girtin.
Di vê navberê de mînakên pir balkêş ên neheqiyê derdikevin holê. Ez dixwazim yek ji mînakên bi vî rengî li vir bînim ziman. Roza K. li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dijî. Di sala 2006'an de di encama lêpirsînekê de cezayê pereyan lê hat birîn û cezayên îdarî jî li ser wî hatin ferzkirin. Ew 16 sal in her hefte diçe midûriyeta polîsan û navê xwe îmze dike û 15 km li derveyî bajarê ku lê ye derketina wî qedexe ye. Ji ber ku kargeha ku 5 sal in lê dixebitî li derveyî vî sînorî ye, bi serdegirtina cihê kar wekî sûcdarekî girane û li wê tê gerîn tê destgîrkirin. Tê fêhmkirin ku bi vê sepanê re jî tê xwestin ku wê ji civaka ku tê de dijî were dûrxistin. Her wiha mafê niştecihiya keça wê ji destê wê tê girtin û ji ber ku sînorê diyarkirî derbas kiribû neçarî proseya îmzekirinê tê kirin, lê dema ku digihîje raya giştî, dest ji vê pêkanîn tê berdan û mafê niştecihbûnê wedigerînin keça wê. Li dijî vê kiryara li dijî xwe bi israr têkoşînek hiqûqî meşandiye û ji bo heqê parêzeriyê bi qasî 62 hezar Euro (nêzîkî 620 000 kronên Swêdê) daye. Pirsgirêk hîn jî didome. Ji ber ku zarokên wan xaniyek kirîne û li derveyî sînorên diyarkirî bi cih bûne, nikarin li cem wan bimînin û biçin cem wan. Dibêje ku serpêhatiyên wî pirsgirêkên cidî yên derûnî li wî peyda kirine û ew westiyaye. Serlêdana saziyên mafên mirovan kiriye û bi desteka ji saziyên mafên mirovan dixwaze têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne.
Pirsgirêkên bi vî rengî li Fransayê jî hatin jiyîn. Rojnameger Patrîck Pesnot di bernameya «Rendez-vous avec X» ya di 27'ê Adara 2021'an de li radyoya France-Inter hat weşandin de ku li ser dosyaya 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ên ku li Parîsê hatin qetilkirin hatibû amadekirin, diyar kir ku ji sala 2007'an heta dawiya sala 2012'an bi giştî zêdetirî 700 çalakvanên Kurd hatine destgîrkirin.
Yek ji hincetên welatparêzê Kurd ê bi navê Şahîn D. yê ku di sala 2021’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Fransayê ve mal û milkên wî hatin cemidandin jî ew bû ku Şahîn D tevlî bîranîna 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bû. Dîsa di sala 2019’an de sedema cemidandina mal û milkên Agît P., tevlîbûna wî ya di organîzasyona Dadgeha Parîsê ya ku di sala 2018’an de li Parîsê pêk hat û sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyê li Kurdistanê pêk anîbû, hat nîşandan. Yek ji sedemên ku di dosyaya Agît P. de cih girt jî, hevdîtinên wî yên bi wekîl û senatoran re li ser doza Kurd bû.
LI SWÊDÊ KRÎMÎNALÎZASYONA LI DIJÎ KURDAN
Her çend ji hev cuda bin jî, lê mînakên bi vî rengî li Swêdê jî hene. 36 sal berê serokwezîrê Swêdê Olof Palme di cînayeteke tarî de hat qetilkirin. Di wê bûyerê de me Kurdan du ziyanên mezin dîtin. Beriya her tiştî Palme hevalê me bû, wendakirina hevalekî wiha bandoreke neyînî li me kir û em gelekî xemgîn bûn Ya duyemîn jî, qetilkirina vî hevalê me bi neheqî û bê hiqûqî avêtin ser me, me mexdûrtiyetên mezin jiyan kir. Li gel wan mexdûriyetên ku wê demê li Swêdê hatin jiyankirin, lê îmaja Tevgera Azadiya Kurdistanê di qada navneteweyî de bi temamî weke rêxistineke terorîst û sûc derket holê. Ev sûcdarkirina giran hîn jî bandora xwe li ser koka lîsteya terorê ya îroyîn dike. Piştî 34 salan dihat gotin ku 'Tu eleqeya Kurdan û PKK'ê bi vê bûyerê re nîne', lê ya ku heta wê rojê qewimîbû, pêk hat û wan hêzên tarî ji hedê vê zêdetir gihîştin armancên xwe.
Li ser qedexe û lîsteyên terorîstan li Swêdê hê jî mexdûriyet hene. Bi taybetî di warê îqamet û welatîbûnê de pirsgirêk hene. Mafê niştecihbûnê yên hinek kesan ji ber ku têkiliya wan bi PYD’ê re heye tên betalkirin. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine belavkirin, hejmara qurbaniyên bi vî rengî zêdetirî 100 kesî ye.
Ez dixwazim li vir mînakekê bidim. Emîn A. di sala 2017’an de bi welatiyeka Swêdê re zewicî û di çarçoveya yekîtiya malbatê de hat Swêdê û ji bo 2 salan destûra rûniştinê wergirt. Dema piştî 2 salan daxwaza dirêjkirina îqameya xwe kir, dosyaya wî ji SAPO re hat şandin. Li gorî agahiyên ji SAPO'yê hatin girtin, hat diyarkirin ku ‘Hevsera Emîn A. çend sal berê di komeleyeke Kurdan de çalak bûye û ji bo ewlehiya Swêdê xeterî çêdike’. Ji ber vê yekê destûra niştecihbûna wî nehat dirêjkirin, jê hat xwestin ku derkeve derveyî welat û 10 salan ketina welatên Schengenê jê re hatiye qedexekirin.
Li welatên din ên Ewropayê jî rewşên bi vî rengî hene. Em dikarin zêdetir mînakan bidin. Ev mînak nîşan didin ku qedexe û lîsteya terorê tenê bi partiyekê ve sînordar namîne, bi awayekî ku ji armanca xwe derbas dibe tê karanîn û gelekê mexdûr dike.
'QEDE DESTÊ ERDOGAN BIHÊZ DIKE'
Beriya her tiştî ev lîste barîkatek e li pêşiya lêgerîna çareseriya siyasî û aştiyê û destên kesên di şer de israr dikin xurt dike. Dema hûn partiyek, tevgerek an rêxistinekê weke pêkhateyeke siyasî binirxînin, hûn dikarin pê re diyalogê bikin û bi axaftinê pirsgirêkan çareser bikin. Lê dema hûn ji wê tevgerê re dibêjin terorîst, bi terorîst re diyalog nayê kirin, hûn hêzên ewlehiyê li dijî wê dixin tevgerê û tedbîrên polîsî li hemberî wê digirin. Tişta ku niha di doza Kurd de diqewime ev e. Ev lîste kesên alîgirê şer û destê dîktatorekî wek Erdogan xurt dike û karê wî hêsantir dike.
Rêvebiriya niha ya Tirkiyê, hikûmeta AKP-MHP’ê serokên giştî jî di nav de rêveber û wekîlên HDP’ê tên girtin û dibêje, ew ne siyasetmedar in, terorîst in. Şaredarên ku ji aliyê piraniya xelkê Kurdistanê ve hatine hilbijartin ji erkê digire, wana digre, li şûna wan memûrên xwe tayin dike û dibêje ew terorîst in. Rojnamevan, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran digire û dibêje ew terorîst in. Li Kurdistanê di bin navê têkoşîna li dijî terorê çiyayan bombe dike, daristanan dişewitîne, bajaran dişewitîne û wêran dike. Di 4-7’ê Sibata 2016’an de 177 kesên ji her temenî yên ku xwe xistibûn jêrzemînên sê apartmanên Cizîrê, benzînê dirijîne ser wan û wana dişewitîne û dibêje ew terorîst in. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya Sibata 2017’an de, ku behsa bûyerên wê demê li Cizîrê û bajarên din ên Kurdistanê kiribû, vê rewşê weke “wêneyê qiyametê” bi nav dike.
Pirsgirêk tenê bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re sînordar nîne. Di sala 2018’an de bi awayekî hovane 2 mehan êrîşî herêma Efrînê ya Rojava kir û dagir kir û navê wê kir têkoşîna li dijî terorê. Di sala 2019’an de êrîşî bajarên Serêkanî û Girê Spî yên Rojava kir û di bin navê têkoşîna li dijî terorê, dagir kir. Hîn jî dema derfet bi dest dikeve Rojava bombebaran dike, bêyî ku bêje jin û zarok mirovan qetil dike û navê wê dike têkoşîna li dijî terorê. Di raporên Neteweyên Yekbûyî, DYE û gelek saziyên mirovî de jî tê piştrastkirin ku Tirkiye piştî van êrîşan li Rojava sûcê şer û mirovahiyê kiriye. Lê Tirkiye ji vê re dibêje têkoşîna li dijî terorê.
Tirkiye Êzidiyên Şengalê bombe dike, rêveber û rûspiyên Êzidiyan qetil dike û weke têkoşîna li dijî terorê bi nav dike. Kampa penaberan a Mexmûrê bomberdûman dike, jin û zarokan qetil dike, ji vê re jî dibêje têkoşîna li dijî terorê. Gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, gundiyên ku li zeviyên xwe dixebitin dikujin, zarokên ku ji bo seyranê diçûn seyrangehê dikujin, ji vê re jî dibêje têkoşîna li dijî terorê. A niha ku em li vir in, êrîşên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava berdewam dikin.
Dema ku kesek li dijî van hemûyan derkeve, bersivên Erdogan û rêveberên din ên Tirk amade ne; Dibêjin, 'Ev rêxistin di lîsteyên YE û DYE'yê de weke rêxistineke terorîst hatiye binavkirin, mafê ti kesî yê rexnekirina me ya di vê mijarê de tineye, ya em dikin têkoşîna li dijî terorê ye, pêwîste her kes alîkariyê bide me’.
'TAWANBARKIRINA PKK'Ê BI TERORÎZMÊ NE QANÛNÎ Û EXLAQÎ YE'
Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê ji bo gelê Kurdistanê li welatê xwe azad bijî têdikoşe. Sûcdarkirina vê tevgerê bi terorê ne tenê neqanûnî ye, di heman demê de pîvanên exlaqî û wijdanî jî ji bingeh ve dihejîne. Di vê tevgerê de tiştekî bi navê israra di şer de nîne. Di çarçoveya pîvanên parastina rewa de şer dimeşîne. Niha jî şerê Rûsya û Ukraynayê didome û cîhana demokratîk piştgirî dide têkoşîna gelê Ukraynayê ya li dijî dagirkeriyê. Çawa ku têkoşîna Ukraynayê ya li dijî dagirkeriya Rûsyayê rewa ye, têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî ewqas mafdar û rewa ye.
Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyê êrîş kir, gerîlayên PKK’ê yên yekemîn bûn ku ketin tevgerê. Dema hêzên din Şengal û xelkê Şengalê terikandin û reviyan, gerîlayên PKKê bûn ku bi nirxê canê xwe ji bo alîkariya wan çûn. Li dijî DAÎŞ’ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin. Hevkarekî nefermî yê vê koalîsyonê tevgera PKK ye. Yek ji rêxistinên ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de berdêlên herî mezin da PKK ye. Binêrin lîsteya rêxistinên terorê yên Yekîtiya Ewropayê, DAÎŞ û PKK di heman lîsteyê de ne û bi heman awayî wek rêxistinên terorê tên binavkirin. Niha ez bang li wijdana we dikim, exlaq, heq, hiqûq û edalet li ku dera vê de ye, kîjan wijdan dikare vê qebûl bike?
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê dixwaze bi rêya diyalogê pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bike. Yê ku di şer de israr dike hikûmeta Komara Tirkiyê ye. Di vir de ez eşkere û teqez dibêjim; Ger hikûmeta Swêdê bixwaze di çareseriya aştiyane de rola xwe bilîze, em ê kêfxweş bibin û bi erênî bersivê bidin.
Qedexe û lîsteya terorê li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê astengeke girîng e. Divê ev yek bê derxistin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Em niha li Parlamentoya Swêdê diaxivin. Hêviyên gelê Kurd ji hikûmeta Swêdê, rêveberên Swêdê û derdorên siyasî hene. Ez dixwazim vê derfetê bi kar bînim û li ber we bangekê li Hikûmeta Swêdê bikim. Alîkariya me bikin û ji bo sererastkirina lîsteya rêxistinên terorê yên YE’yê ku gelê me mexdûr dike, hevdîtina me bi hevalên me re zehmet dikin, tenê destê alîgirên şer ên wek Erdogan xurt dikin û ya herî girîng jî dibin asteng ji bo çareseriya aştiyane, di nava hewldanan de bin."