Avêtî û bermahiyên li Ewropayê dikare nîvê madeyên xav ên krîtîk ên pêwîst peyda bike

Li gorî rapora FutuRaM'ê, bataryayên kevn, avêtiyên elektronîk, wesayitên xurde û bermahiyên înşaetê dikare zêdeyî nîvê pêwîstiya Ewropayê ya bi madeya xav a krîtîk tedarik bike.

AVÊTÎ Û BERMAHIYÊN LI EWROPAYÊ

Li gorî raporeke nû, bataryayên kevn, avêtiyên elektronîk, wesayitên xurde û bermahiyên înşaetê xwedî wê potansiyelê ne ku dikare zêdeyî nîvê pêwîstiya Ewropayê ya bi madeya xav a krîtîk tedarik bike. Projeya FutuRam'ê raxist pêş çavan ku eger veguherandin û sîstema şopandinê bê xurtkirin, avêtiyên madeya xav a krîtîk a ji van avêtiyan bê bidestxistin, heta sala 2050'î dikare bigihêje rêjeyeke di ser ji sedî 50'î re.

'MADENA BAJARÎ' YA EWROPAYÊ

Li gorî rapora FutuRaM'ê ku piştgiriyê ji Horizon Europe werdigire, "madena bajarî" ya Ewropayê ji bataryayên kevn, avêtiyên elektronîk, wesayitên ku nema têne bikaranîn, bermahiyên înşaet û hilweşandinê û materyalên hêja yên ji turbînên ba yên xerakirî pêk tê.

Di raporê de hate ragihandin ku ev avêtî û bermahî dikare bi elementên xakê yên kêm têne dîtin, nîkel, kobalt û lîtyûmê bêne veguherandin. Lêkolîner dibêjin, Ewropa ji aliyê van materyalên krîtîk ve girêdayî derve ye û bi giranî ji welatekî yan jî kêm welatan peyda dike.

AVÊTIYÊN ELEKTRONÎK Û BATARYA LI PÊŞ IN

Raporê heft herikînên bermahiyan ên mezin lêkolîn kir: Bataryayên avêtî, bermahiyên hilweşîn û înşaetê, wesayitên xurde, bermahiyên madenkariyê, xwelî, bermahiyên elektronîk û turbînên ba yên hatine xerakirin.

Bermahiyên elektronîk weke yek ji çavkaniyên herî girîng ên mîneralên hêja yên paşerojê têne dîtin. Di nava van avêtiyan de materyalên krîtîk ên weke zîv, zêr, kobalt, galyûm, neodîmyûm, paladyûm û û tûngsten hene. Batarya jî ji aliyê lîtyûm, kobalt, nîkel, grafît û sifir ve xwedî girîngiyeke stratejîk e.

JI BO VEGUHERÎNEKE HÎN XURTKIR Û KONTROLÊ BANG HATE KIRIN

Lêkolîneran destnîşan kirin ku ji bo veguherîna çavkaniya stratejîk a bermahiyên li Ewropayê pêwîstî bi qanûnên hîn xurt, sîstemên raporkirinê yên standartbûyî û binesaziyeke pêşketî ya veguherînê heye.