AVEG-KON: Ji Heval Arslan re azadî, dawî li êrîşên nijadperest-faşîst bînin

AVEG-KON binçavkirina rojnamevan Heval Arslan wekî berdewamiya êrîşên li ser sazî û kesên Kurd li Ewropayê nirxand û banga zêdekirina têkoşîna rêxistinkirî ya ji bo maf û azadiyan, li her kesî kir.

Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AVEG-KON) derbarê pêşkêşvan û rojnamevana Medya Haber TV Heval Arslan a ku li Ninove ya Belçîkayê hate binçavkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Heval Arslan bêyî biryara dadgehê hatiye binçavkirin, hemû tiştên wê hatine desteserkirin, zexta tazîkirinê lê ferz kirine û bi zorê xistine hucreyekê. Hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de zexta psîkolojîk li ser rojnamevan kirine û gef lê hatiye xwarin ku ew ê radestî Fransa û piştre jî radestî Tirkiyeyê were kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Heval Arslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Belçîkayê ye û di mehên dawî de serlêdana penaberiyê kiriye û hat destnîşankirin ku ger radestî Fransayê were kirin nayê zanîn ku wê mafê penaberiyê werbigire an na. Hat gotin ku li Tirkiyeyê gelek doz û biryarên girtinê li dijî Heval Arslan hene, di xetereya radestkirinê de ye.

Daxuyaniya AVEG-KON’ê wiha berdewam kir: "Dewleta Belçîkayê helwesta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan didomîne. Heman hêzên ku par bi ser Medya TV de girtibûn, niha jî zextek wisa li ser rojnamevanan dikin. Zextên dewleta Fransayê yên li ser Kurdan û komên muxalif bi heman dijwariya xwe didome. Duh danê sibê polîsêm bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û çend malê taybet ên li Draguignan, Fransayê de girtibûm, sê kes binçav kirin. Ev êrîşên ku kes û saziyên ji Kurdistanê hedef digirin, bi eşkereyî armanc dikin ku karker û kedkarên koçber ên ku li Ewropayê bo rêxistinkirî ne bitirsînin û çavtirsandî bikin. Di vê serdema êrîşên nijadperest û faşîst ên zêde dibin de, divê em têkoşîna xwe li dijî êrîşên dewletên emperyalîst ên Ewropayê yên li ser karker û kedkarên koçber, saziyên wan û rojnamevanên ku azadiya agahdariyê misoger dikin xurttir bikin. Wekî hêzek rêxistinkirî divê em, karker û kedkarên koçber, jin û ciwan, ji bo maf û azadiyên xwe têbikoşin."

Daxuyaniya Konfederasyonê wiha bi dawî bû: "Ji Heval Arslan re azadî, dawî li êrîşên nijadperest-faşîst bînin."