Arasan li Atînayê hat bîranîn
Huseyîn Arasan ê di 9’ê Hezîranê de li Silêmaniyê di encama sûîqestê de şehîd bû, li kampa Lavrîo ya Atînayê bi merasîmeke hat bîranîn.
Huseyîn Arasan ê di 9’ê Hezîranê de li Silêmaniyê di encama sûîqestê de şehîd bû, li kampa Lavrîo ya Atînayê bi merasîmeke hat bîranîn.
Ji bo endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ê li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, li kampa Lavrîo ya Atînayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranînê de peyama Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) ya ji bo çalakiya hatibû şandin, hat xwendin. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Erkan Erencî axaftinek kir. Piştî axaftinê sînevîzyona li ser dîroka têkoşîna şehîd Huseyîn Arasan hate nîşandan.
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.