Amadekariyên ji bo meşa Parîsê dewam dikin
Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, amadekariyên meşê dewam dikin.
Ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, amadekariyên meşê dewam dikin.
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li Parîsê di du komkujiyên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan xwe ji bo meşekê amade dikin.
Li Drancy, Vîlle Le Belle, Grîgny, Evry û navenda Parîsê di çarçoveya amadekariyên meşê de serdanên malan û dikandaran, civînên gel, daliqandina afîşan têne kirin. Her wiha bi wesayiteke reklamê jî ji bo meşa 6'ê Çileyê ya li Parîs Gare Du Nord bang hate kirin.
Wesayit bi qasî 12 saetan li Parîsê û banliyoyên wê geriya û bi nîşandana wêne û çîrokên şoreşgerên hatin qetilkirin daxwaza 'Edalet ji bo Kurdan' kir.
Di daxuyaniya Komîteya Amadekar de jî hate gotin, "Di 6'ê Çileyê de em Kurd tevî dostên xwe em ê hêza xwe ya rêxistinbûyî nîşan bidin û planên li pişt van komkujiyan ser û bin bikin."