Aktîvîstên TCŞ'ê li Bremenê meşiyan
Aktîvîstên TCŞ'ê bi meşekê operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê silav kirin.
Aktîvîstên TCŞ'ê bi meşekê operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê silav kirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşgre (TCŞ) li bajarê Bremen ê Elmanyayê meşek lidar xistin.
Dema ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li binesaziya Qamişloyê dibarandin, ciwan meşiyan û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Ciwanan operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî silav kirin.
Aktîvîstên TCŞ'ê li Domsheîdeyê dest bi meşê kirin û heta Sîelwall û Vor dem Steîntor bi dirûşman meşiyan.
Di meşê de dirûşmên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne", Bijî berxwedana PKK'ê", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.