Akîf Tolhildan, Zinar Raperîn û Sîpan Kobanê li Viyanayê hatin bibîranîn

Akîf Tolhildan, Zinar Raperîn û Sîpan Kobanê yên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatin bibîranîn.

Akîf Tolhildan, Zinar Raperîn û Sîpan Kobanê yên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li paytexta Avûstûrya Viyanayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Dem Kurd ve hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Gelek Kurd û dostên wan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.