Ji bo Zenda Bermal (Zîlan Şahîn) ku di 9’ê Sibata 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, di 17-18’ê Îlonê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.
Kurdistaniyên ku wêneyên Şehîd Zenda Bermal rakirin û di şexsê wê de soza girêdana xwe ya ji bo hemû şehîdan dan û diyar kirin ku ew ê bi xwedîderketina li bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê û bilindkirina têkoşînê bersivê bidin.
Malbat û xizmên şehîd Zenda Bermal û gelek Kurdistaniyên ku ji derdora Parîsê hatin beşdarî merasîmê bûn. Li ser têkoşîna Zenda Bermal û helwesta wê ya di doza azadiyê de axaftin hatin kirin.
Nûnerên Komîteya Malbatên Şehîdan, nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) jî beşdarî merasîmê bûn.
DAYIKA ŞEHÎD: PIŞTÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ WÊ GOT, ‘EZ NIKARIM LI VIR BIJÎM'
Dayika şehîd Zenda Bermal, Hemdiye Şahîn ev tişt anî ziman: "Zîlan şehîda Kurdistanê ye. Me ji bo doza Kurdistanê ya ku bedelên giran dixwaze, xatir jê xwest. Min keça xwe bi ziman, çand, muzîk û şêwaza jiyana wê mezin kir û min navê Zîlan lê kir. Min dizanibû ku rojekê, zarokek ku min bi vî rengî mezin kir, dêwê doza Kurd û doza azadiyê biparêze. Îro dilê min ji diêşe, lê serbilind im. Zîlan keçek dilşad bû ku ji hêla her kesî ve dihat hezkirin. Ew hevrêya min û ya dayikan bû. Piştî komkujiya Parîsê, wê got ku ew nikare li Fransayê bijî û berê xwe da çiyayên azad. Ew girêdayî gelê xwe û nirxên xwe bû. Ji ber vê yekê, ez sersaxiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêyên wê û gelê Kurd re dixwazim."
Nûnerê CÎK’ê Melle Şevket hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Rêber Apo, bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku da destpêkirin, xwest ku rijandina xwînrijanê rawestîne û rê li ber şehadeta ciwanan bigire. Aştî jiyaneke bi rûmet e ku bi nasname û rêxistina gelê Kurd ve tê misogerkirin. Şehîdên me di rêyeke bi rûmet de canê xwe feda kirin. Ev rê li qata Xwedê di asta şehadetê de ye. Ez sersaxiyê bi taybetî ji malbata şehîd Zîlan û hemû gelê Kurdistanê re dixwazim.”
Ji bo şehîd Zenda Bermal wê sibê saet di 19:00’an de li Royal Palace ya li Sarcellesê (55 Rte de Garges, 95200 Sarcelles) merasîma bîranînê were lidarxistin. Komîteyê bang li Kurdistaniyên li Parîsê dijîn kir ku beşdarî bîranînê bibin û xwedî li şehîdan