Şîrketên petrolê yên nêzî Barzaniyan e, 400 hezar sterlîn dan şêwirmendê wekîla Îngilîz
Li gorî Telegragphê, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê ku nêzî Barzaniyan têne dîtin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamenterekê.
Li gorî Telegragphê, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê ku nêzî Barzaniyan têne dîtin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamenterekê.
Rojnameya The Telegraph a li Îngilistanê tê weşandin, ragihand, şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Kar Group a nêzî Barzaniyan tê naskirin, 400 hezar sterlîn dane şêwirmendê parlamentereke Îngiliz Gary Kent (Yê di wêne de ye).
Rojnameyê ragihand, Kar Group a bi serkêşiya Baz Kerîm, sala 2015'an 57 hezar sterlîn da Gary Kent ku şêwirmendê Parlamentera Partiya Karker Mary Glindon e. Rojnameyê diyar kir ku bi giştî 400 hezar sterlîn ji Gary Kent re hatiye dayin.
Serokê berê yê Komîteya Pîvanên Jiyana Cemaweriyê Alistair Graham li ser mijarê ji Telegraphê re axivî û anî ziman, dayina mûçeyan ji aliyê şîrketên biyanî ve ji bo kesên li parlamentê kar dikin, karekî veşartî yê lobî ye.