Şehîdên Zap û Xakûrê li Cenevreyê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG‘ê Hakîm Tekîn ê di 22’ê Kanûnê de li Xakûrkê, Welat Sonmez, Elyasa Çîftçî, Kawa Takor ên di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibûn, li Cenevreyê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG‘ê Hakîm Tekîn ê di 22’ê Kanûnê de li Xakûrkê, Welat Sonmez, Elyasa Çîftçî, Kawa Takor ên di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibûn, li Cenevreyê hatin bibîranîn.
Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) Hakîm Tekîn (Mamyan Armanc) ê di 22’ê Kanûnê de li Xakûrkê, Welat Sonmez (Welat Serhed), Elyasa Çîftçî (Huseyîn Azad), Kawa Takor (Helmet Şahîn) ên di 23’ê Kanûnê de li Zapê şehîd bibûn, li bajarê Cenevre ê Swîsreyê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kurdistanê (KOMAV) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Ge) hat lidarxistin. Malbat û xizmên gerîlayên HPG’ê Elyasa Çîftçî û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê KOMAV’a Swîsreyê Mustafa Karahan axivî. Karahan, ewilî sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, malbat û hemû gelê Kurd re xwest. Karahan anî ziman ku xwedîderketina mîrateya şehîdan bi berdewamkirina têkoşîna şehîdan ji cihê ku lê maye dibe.
Li ser navê malbata gerîlayê HPG’ê Elyasa Çîftçî (Huseyîn Azad), Riza Çetînkaya jî axivî û got: “Hevrê Huseyîn Azad ji malbatek welatparêz bû û piştî şehadeta xwişka xwe tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji bo gel û Rêber Apo divê oxirê de şehîd bû. Tişta dikeve li ser milê me jî xwedîderketina li mîrateya şehîdan e.“
Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-S), Hevseroka CDK-Ge Tûba Yilmaz jî axivî. Yilmaz, sersaxî xwest û got: “Em ê xwedî li mîrateya şehîdên Azadiya Gelê Kurd derbikevin.“
Di bîranînê de payama malbata gerîlayê HPG’ê Welat Sonmez (Welat Serhed) a ji Kurdistanê hatibû şandin, hat xwendin. Piştre sînevziyona li ser şehîdan hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.