Şehîdên Zapê li Lîegeyê hatin bibîranîn

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê şehîdên Zapê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê şehîdên Zapê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Qada bîranînê bi wêneyên şehîdên berî mehekê şehîd bibûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin xemilandin. Gelek Kurdistanî, malbata gerîlayê HPG’ê Mahîr Erol û malbatên şehîdan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de li ser navê KOMAV’ê Cahîde axivî. Cahîde anî ziman ku ew ê timî li pey şopa şehîdan têkoşînê geş bikin.

Piştre dayika gerîlayê HPG’ê Mahîr Erkol, Yasemîn Erkol axivî û got: “Mahîr di zarokatiya xwe de kesek dilnizim û di nava civakê de dihat heskirin. Heta roja berxwedana Nisêbênî jî ji bo min weke hevalek bû. Mahîr di berxwedana Nisêbînê de xwedî rolek girîng bû û pêşeng bû. Li hemberî dagirkeriya Tirk tu carê tawîz nedida. Mahîr heta roja şehadetê jî weke lehengekê jiya û bû mertalê gelê xwe.”

Dayik Erkol bal kişand bi ser xiyaneta PDK-Barzanî û got: “Dev ji xiyaneta gelê Kurd re berdin û nebin pêlîstokên dewleta Tirk a dagirker. Hûnê li hemberî dîrokê bêne darizandin.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Belçîkayê jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan sînevîziyona li ser jiyana Şehîd Mahîr Erkol hatibû amadekirin hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.