Şehîdên Xakurkê û Pencewîn hatin bîranîn

Şehîdên Xakurkê û Pencewîn li paytexta Norwêc Osloyê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û gerîla Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan ên 29'ê Çileya 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û gerîla Berxwedan Kelhor û Rêdûr Baz ên 11'ê Mijdara 2023'an li Pencewînê şehîd bûn, li paytexta Norwêc Osloyê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Komîteya Norwêcê ya PAJK'ê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş li bîranînê axivî û got, "Em deyndarê şehîdên xwe ne. PKK partiya şehîdan e. Beriya PKK'ê dîroka me ji aliyê dijminên Kurdan û Kurdistanê ve dihate nivîsandin. Bi Peymana Qesri Şîrîn, bi Peymana Lozanê nivîsandin. Kurdistan kirin çar parçe. Lê belê êdî jinên Kurd, ciwanên Kurd, gelê Kurd Kurdistanê dikin yek. Dîroka xwe bi xwîn û canê xwe dinivîsînin. Îro eger 6 jinên Kurd, bi fermandariya jin bi hev re li dijî artêşa mêtinger û qirker serî hildidin û şer dikin, ev yek ji bo her Kurdekî bi namûs, şeref e, rûmet e. Em soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikin. Gelê Kurd ji şehîdê destpêkê ji Hakî Karer heta niha bi xwedîderketina li şehîdên xwe têkoşîna xwe dewam kir. Bi berdêlên mezin û fedakariyan kete rojeva cîhanê. Berê tune dihatin hesibandin."

Di bîranînê de bi navê malbata şehîd Pervîn Viyan (Roya Tendurist) a Rojhilatê pismamê wê Kawa Meroyî axivî. Meroyî diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û got, "Şehîdên me rûmeta me ne. Bila serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be."

Têkildarî jiyana şehîdan sînevîzyonek hate nîşandan û bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.