Şehîdên Rojava û Parîsê li Hîldesheîmê hatin bîranîn

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê şehîdên Komkujiya Parîsê û mirovên di êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava şehîd bûn, hatin bîranîn.

Bi birêxistiniya Yoûng Strûggle û Rêxistina Jin ên Ciwan ên Zora li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, li ser mijarê axaftin hate kirin û hate gotin, "Em bi zimanên cuda biaxivin jî, ji deverên cuda yên cîhanê bên jî, çîrokên me cuda jî bin, tiştekî me yê hevpar heye: Em ji aliyê heman sîstemê ve têne eciqandin û ev sîstem êdî tiştekî nade me. Em li pişt tevgerên antîkapîtalîst, şoreşger û pêşverû disekinin û bajarên xwe bi piştevaniya navneteweyî bi rêxistin dikin û têkoşîna vê yekê dimeşînin: Şer, mêtingerî û zextên têne kirin di heman demê de berpirsyariya welatên Ewropayê ye."

Di bîranînê de sînevîzyonek jî hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.