Şehîdên Rojava li Zurîhê hatin bibîranîn

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo welatiyên Rojava yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo welatiyên Rojava yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Hevserokê Konseya Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Huseyîn Mamakli, Hevberdevkê Saziya Malbatê Şehîdan (KOMAV) Saadet Kûran, Hevberdeva Meclîsa Jinan a PYD’ê Gulistan Sadûn, xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Li cihê bîranînê de wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Bîranîn bi deqeyek ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de ewilî Hevberdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Gulistan Sadûn axivî. Sadûn anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava bêyî navber berdewam dike û got: “Hem her roj şehîdan didin. Şehîdên me ji bo Kurdistanê giyanê xwe dan. Em li kûderê bin em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”

Hevberdevkê KOMAV’ê Sadet Kûran jî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bêyî navber qadên sivîlan bombebaran dike. Li her cihê Kurdistanê berxwedan heye. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkçû, ji bo wê jî êrîşî Rojava dike. Em ê xwedî li Rêberê xwe û şehîdên xwe derkevin. Rojava projeya Rêber Apo ye. Dijmin êrîşî vê projeyê dike û dixwazin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Em ê heta dawiyê li pey rêya şehîdan bin.”

Li ser navê malbata Şehîd Ferhan Teme, Abdulhadî Teme axivî û bal kişand bi ser jiyana Şehîd Teme. Tema anî ziman ku di bombebarana li ser çapxaneyê de Ferhan Teme şehîd bû û got: “Şehîd Ferhan Temo bavê sê zarokan bû. Kesekî li her derê li ber xwe dida. Dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef û qetil dike. Lê belê wê Erdogan negihêje armanca xwe.“

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdên Rojava jî Zayîde Huseyîn axivî û got: “Em ê weke malbatên şehîdan em ê heta dawiyê li pey şopa şehîdan bin.“

Malbata Şehîd Ferhan Teme heta direngiya şevê sersaxî qebûl kir.