BI DÎMEN

Şehîdên komkujiyên Parîs û Silopiyayê li Torontoyê hatin bîranîn

Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di salên 2013 û 2022’yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin û Sêve Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di şerê bajaran de hatibûn qetilkirin li Torontoyê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi nîşandana sînevîzyona çîrokên jiyana şehîdên komkujiya Parîsê û şehîdên Silopyayê berdewam kir.

Di merasîmê de hate gotin ku dewleta Fransayê ji her du komkujiyan berpirsiyar e û hewce ye daraza dewleta Fransayê van her du komkujiyan eşkere bike. Her wiha hate destnîşankirin ku divê dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin.

Piştî axaftinan merasîm bi stranên Hozan Diyar û Merwan Tan bi dawî bû.