Şehîdên Parîsê li Stockholmê hatin bîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Stockholmê hatin bîranîn.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Stockholmê hatin bîranîn.
Beriya 11 salan roja 9’ê Çileyê ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. 23’ê Kanûna 2022’an li heman bajarî Emîne Kara, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer hatin qetilkirin. Ji bo bîranîna van şehîdan li paytexta Swêd Stockholmê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li ser banga Meclîsa Jinan a Amarayê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî bîranînê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên Şukran Amed û Latîf Cebe dewam kir.
Axaftvanan diyar kir ku şehîd hemû Kurdan tînin ba hev û ruhê yekîtiyê ava dikin û banga xwedî derketina li şehîdan hate kirin. Hate destnîşankirin ku bêdengiya hikûmeta Fransayê ya li hemberî komkujiyan jî nayê qebûlkirin.
Piştre aktîvîsta Swêdî Stîna Beng jî şehîdên Parîsê bi bîr anî û strana xwe ya “Hevala Sara” ku ji bo Sakîne Cansiz (Sara) çêkiriye, got.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî Nûpel Mûnzûr jî axivî û soz da ku ew ê xwedî li nirxên şehîdan derkevin.
Merasîma bîranînê bi muzîka Evîn Akbaş bi dawî bû.