Şehîdên Parîsê li Liegeyê hatin bîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Liege yê Belçîkayê hatin bibîranîn.
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Liege yê Belçîkayê hatin bibîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Liege ya Belçîkayê ji bo Şehîdên Parîsê merasîmeke bîranînê hate li dar xistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî merasîma bîranînê bûn. Li qada bîranê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer hatin danîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de ewilî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan dayika Sultan axivî. Sultan banga xwedî derketina li şehîdan kir û komkujiyên li Parîsê şermezar kir.
Di bîranînê de şehîd Rodî Nalîn û Herekol Hezex yên li Kerboranê şehîd bibûn hatin bibîranîn. Li ser navê malbata şehîd Rodî Nalîn, Nadîre axivî û behsa jiyana şehîd Rodî Nalîn kir.
Li ser navê KOMAV’ê jî axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê berdewamiya komkujiyên Parîs û Roboskiyê ne. Divê li dijî êrîşan em xwedî li şehîdan derkevin û ala wan bilind bikin.“
Piştî axaftinan sînevizîyona ku li ser jiyana şehîdan hatibû amade kirin hate nîşan dan. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namir in”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.