BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Dresden û Osloyê hatin bibîranîn

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li Dresden û Osloyê hatin bibîranîn.

Yek ji endamên damezirîner a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Dresden a Elmanyayê û li paytexta Norwêc Osloyê hatin bibîranîn.

DRESDEN

Li bajarê Dresden a Elmanyayê, yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Qada bîranînê bi wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemildandin.

Bîranîn bi deqeyek ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

OSLO

Şehîdên Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Norwêc Osloyê jî hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Platforma Jinên Kurd li ber Konsolxaneya Fransa hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de aktivîsta jin Lida Weerts axaftinek kir. Weerts anî ziman ku faîlên komkujiyên nehatine cezakirin û got: “Wê jinên Kurd û dostên gelê Kurd hesabê van komkujiyan biprisin.”

Di bîranînê de li ser navê ciwanên Partiya Sor a Norwêcê û Komîteya Feminîst jî axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de bêyî navber dirûşmeyên “Em edaletê dixwazin”, “Sara, Rojbîn, Ronahî” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Beşdarên tevlî bîranînê bûn çelenga reş danîn li ber konsolxaneyê û find vêxistin.

Beşdarvanan dosyayek radestî nûnerên konsolxaneyê jî kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.