Şehîdên Parîsê li Dortmûndê hatin bibîranîn
Şehîdên Parîsê li Dortmûndê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Şehîdên Parîsê li Dortmûndê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, şehîdên Komkujiyên li Parîsê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg û Essenê jî dijin tevlî bîranînê bû. Bîranîn bi pêşengiya tevgera jinan ve hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyan şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin diliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de dayika Dildar ji bo şehîdan find vêxist. Li ser navê KOMAW’ê dayika Sabahat axivî. Sabahat, di şexsê şehîdên Parîsê de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û hestên xwe parve kir.
Nûda Ameda ku pişt re axivî, li ser navê Tevgera Jinan li ser kesayetiyên şehîdên Parîsê û nirxên ku afirandine sekinî. Nûda Amed bal kişand ser çalakiyên gerîlayên ku bi taybet li Zap û Metîna çalakiyên şoreşgerî li dar xistine û diyar kir ku ev çalakî ne tenê vîdeo ye, helwestek e. Nûda Amed, li gel şert û mercên hewayê bi biryariya gerîlayan weke mînak nîşan da û diyar kir ku divê têkoşîn bê sînor be.
Nûda Amed di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meşa dîrokî ya di 17'ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin û got: "Em ê bi meşa azadiyê ya ku li Kolnê li dar bixin, bersivê bidin hevrêtiya xwe ya kêm ya li hember Rêbertî. Ji ber vê yekê ji 7 heta 70 salî li ku dibin bila bibin, bêyî ku li benda meclîs û komîteyan bin, bi xwe divê xebatên xwe bimeşînin û pêşengiyê bikin.”
Di çalakiyê de helbesta Şehîd Armanc Kerboran jî hate xwendin. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdên Parîsê, bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.