Şehîdên Parîsê li Atînayê hatin bibîranîn

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de hatin qetilkirin, bi çalakiyekê li Atînayê hatin bibîranîn.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de hatin qetilkirin, bi çalakiyekê li paytexta Yewnaistan Atînayê hatin bibîranîn. Li qada bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil ku di Komkujiya Parîsê ya 2’emîn de û ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an de di Komkujiya Parîsê ya Yekemîn de hatin qetilkirin, Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr ya di 5’ê Çileya 2016’an hatibû qetilkirin, Hevseroka Meclîsa Gel ya DBP’yê ya Silopyayê Pakîze Nayir û aktivîsta TJA‘yê Fatma Uyar hatin daliqandin.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de siyasetmedar Erkan Erencî axivî û anî ziman ku Kurd ji bo jiyaneke azad tevahiya dîrokê de dûçarî komkujî, êrîş û tundiyê hatine. Erencî diyar kir ku di heman demê de salvegera Komkujiya Mereşê ya 1978'an, Komkujiya girtîgehê ya 19'ê Kanûna 2000'an ku di berxwedana li dijî girtîgehên Tîpa F’yê de ji ber êrîşên hêzên dewletê 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û Komkujiya Roboskiyê ku armanca van hemû êrîşan tunekirina Kurdan e.

POLÎTÎKAYÊN ÎMHA Û ÎNKARÊ ENCAM NEGIRTINE

Erencî diyar kir ku Kurdan bi berxwedana xwe ya dîrokî li hemberî van êrîşan bedelên mezin dan û destnîşan kir ku polîtîkayên îmha û înkarê encam negirtine. Erencî anî ziman ku Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil piştî 9 salan ku 3 siyasetmedarên jin ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin û got: “Di van komkujiyan de bi taybetî jin hatin hedefgirtin. Ji ber ku paradîgmaya ku ji têkoşîna azadiya jinan re çira pêdixe, li cîhanê hêviyeke mezin a azadiyê afirand. Bi pêşengiya jinan li dijî hêzên kapîtalîst barîkatek mezin hate avakirin. Ji bo vê jî hevalên me yên hatin qetilkirin ji aliyê van hêzan ve hatin qetilkirin.“

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.