Li Mala Gel a Erîvanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad ve yek ji avakarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayîr ên di 4’ê Çileya 2016’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Qada bîranînê bi wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Jinên tevlî bîranînê bûn qurnefîl danîn li ber wêneyên şehîdan. Di bîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celat, Hevserokên Komîteya Kudistanê Îlya Tomasyan û Silo Dirboyan û bavê şehîd Mîlo Kakaşiyan der barê girîngiya rojê de axaftin kirin.
Axaftvanan di şexsê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bi bîr anîn û gotin: “Komkujiyên Parîsê û Silopiyayê ji hev ne cudan e. Ev komkujî di encama polîtîkayên faşîst ên dijmînê jinan hikûmeta AKP-MHP’ê pêk anîn. Bi taybetî jinên Kurd hatin hedefgirtin. Em ê tu carê li hemberî komkujî û zextan serî netewînin. Em ê têkoşîna xwe geş bikin û hesab ji kujeran bipirsin.
Eger dewleta Fransa Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an ronî bikira û kujer ceza bikira wê Komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an çênebûya. Dewleta Fransa li hemberî van komkujiya bêdengiya xwe parast. Em bang li dewleta Fransa dikin ku divê komkujiyan ronî bike û kujeran ceza bike.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.