Şehîdên Parîs û Roboskiyê li Sydneyê hatin bibîranîn

Şehîdên komkujiyên li Parîsê û Roboskiyê li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li bajarê Sydneyê ya Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ji bo şehîdên komkujiyên li Parîsê û Roboskiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyên şehîdên Parîsê, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin danîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Piştre Hevserokê DKTM’yê Tîmûr Tetwan axivî û komkujiyan şermezar kir. Tetwan, wiha got: “Ji bo geşkirina berxwedanê banga têkoşînê kir.  Tetwan anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Rêber Apo, jina Kurd a berxwedêr û Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef girt. Difikirîn ku bi qirkirina Sarayan re wê têkoşîna me paşve bixin. Lê dema ku em li asta girîng a ku gelê me û têkoşîna me gihandiye dinêrin, em dibînin ku kujer nagihêjin armanca xwe. Bêguman ne Komkujiya Parîsê û ne jî Komkujiya Roboskiyê ya yekem bû dê ne ya dawî be jî. Weke gel em dikarin li dora Rêber Apo û PKK’ê bibin yek, têkoşîna xwe ya azadiyê li hemû cîhanê bilind bikin û ber bi serkeftinê ve bi rê ve bibin û nehêlin ku dijmin bigihêje armanca xwe. Bi vî rengî em dikarin têkevin ber komkujiyên nû.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzyona Komkujiya Parîs û Roboskiyê, bi konsera muzîkê ya kurt a Hozan Xanemîr bi dawî bû.