Şehîdên Meha Gulanê li Viyaneyê hatin bibîranîn

Di bîranîna ku li paytexta Awistiralya Viyaneyê hate lidarxistin de, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn û banga xwedîderketina li têkoşîna şehîdan hat kirin.

 Li paytexta Awistiralya Viyaneyê, bi pêşengiya Komuna Malbatên Şehîdan a Viyaneyê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakî hate lidarxistin. Di bîranîna li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk de, di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de ji bo hemû şehîdên Têkoşîn Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Ehmed Zîrek axivî. Zîrek bal kişand ser girîngiya têkoşîna Şehîdên Meha Gulanê û destnîşan kir ku bîranîna şehîdan girîng e, ya herî girîng jî ew e ku xwedî li têkoşîna wan bê derketin û ala têkoşînê ya ku hiştine pêştetir bibin.

Siyasetmedar Bunyad Cizirî ku di çalakiyê de mafê axaftinê girt, diyar kir ku meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiya Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Cizirî diyar kir ku di vê têkoşînê de bi hezaran Kurd şehîd bûne û qonaxa heyî ya îro jî di encama fedakarî û kedên mezin de pêkan bûye.

Cizîrî anî ziman ku xwedî derketina li wan nirxand, yek jî erkên bingehîn e û di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê gelê Kurd zêdetir xwedî li nasname, ziman û çanda xwe derkeve.

Di çalakiyê de her wiha yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer,  Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Necmî Oner ên ku di Zindana Amedê de li dijî teslîmîyet û xiyanetê bedana xwe dan ber agir û navên xwe li dîrokê nivîsandin, Hozan Mizgîn û Leyla Qaşim ku ji aliyê rejîma Baasê ve hate darvekirin, hatin bibîranîn.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê û dirûşmeya, “Şehîd namirin” bi dawî bû.