Şehîdên meha Gulanê li St. Gallen, Parîs û Marsîlyayê hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê û li bajarê Parîs û Marsîlya yê Fransayê hatin bîranîn.

Li St. Gallenê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hate destpêkirin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdan hate temaşekirin.

PARÎS

Li Parîsê jî tevî şehîdên meha Gulanê Baran Çîçek (Ciwan Amed) ê ku li Hesekê di qezaya trafîkê de şehîd bûbû, hate bîranîn.

Di bîranînê de li ser navê Komîteya Şehîdan Hayrî Ûlûdag axivî. Ûlûdag got “Bi geşkirina têkoşînê em dikarin girêdana xwe ya bi şehîdan xurt bikin.”

Li ser navê malbata şehîd Ciwan Amed jî birayê wî Yûnûs Çîçek axivî û diyar kir ku birayê wî şehîdê Kurdistanê ye.

Di bîranînê de çîroka şehîdê meha Gulanê hate xwendin û sînevîzyona li ser Ciwan Amed hate temaşekirin.

VÎLLÎERS LE BEL

Li banliyoyeya Vîllîers-le-Bel a Parîsa Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Malbata Ûmût Han (Bawer Deyndar) ê ku di 3’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû jî tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê hate temaşekirin.