BI DÎMEN

Şehîdên meha Gulanê li Saratovê hatin bîranîn

Şehîdên meha Gulanê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi civînekê hatin bîranîn.

Li bajarê Yerşov ê herêma Saratovê ya Federasyona Rûsyayê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civîn hat lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî bîranînê bûn.

Di civînê de Hevserokên Otonomiya Yarşovê Mirza Elî Yusubov û Gulîzer Yusubova û Serokê Otonomiya bajarê Azingî Tahir Fatoyev axivîn.

Qisekeran şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û bal kişandin ser fedakarî û cangoriyên wan di têkoşîna azadiyê de. Her wiha diyar kirin ku bi saya berdêlên şehîdan, îro gelê Kurd li seranserê cîhanê tê nasîn û hebûna wan bûye rastiyeke bêguman.

Her wiha hate gotin ku Kurdên diyasporayê her dem li ser rêya şehîdan dimeşin û heya ku welatek azad û neteweyeke azad were avakirin, wê têkoşîna xwe bidomînin.

Civîn bi dirûşên “Şehîd namirin!”, “Bijî Serok Apo!” û “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.