Şehîdên meha Gulanê li Romayê hatin bîranîn
Şehîdên 18'ê Gulanê li paytexta Îtalya Romayê li Komeleya Çanda Kurd a Araratê hatin bîranîn.
Şehîdên 18'ê Gulanê li paytexta Îtalya Romayê li Komeleya Çanda Kurd a Araratê hatin bîranîn.
Li Komeleya Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê merasîma bîranînê hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Hevseroka komeleyê Gevher Alturk li bîranînê axivî û got, "Bi hezaran şehîdên me hene û em bi saya wan hatin vê rojê. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin."
Piştî nîşandana sînevîzyonê ya têkildarî şehîdan, aktîvîsta Îtalî Fabriana, nûnerê Buroya Enformasyonê ya Îtalya Kurdistanê Yilmaz Orkûn, siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebem û Îbrahîm Kasakoglû axivîn.
Siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebem axivî û diyar kir ku di meha Gulanê de gelek şoreşgerên pêşeng şehîd bûn û got, "Qehremanên şehîd ketin hemû ciwan bûn, xeyalên wan hebûn. Ti ji wan neketin pey armancên xwe yên şexsî. Hest û armanca hemûyan Kurdistana azad û serbixwe bû. Bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikirin û dilsoz bûn. Ji bo dilsoziya bi bîranînên wan em ê armancên wan pêk bînin."
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.