Şehîdên Meha Gulanê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi çalakiyeke hatin bibîranîn. Gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Celîl Akdogan axivî û diyar kir ku meha Gulanê di têkoşîna azadiya Kurd de wekî “Meha Şehîdan” tê bi bîr anîn. Akdogan anî ziman ku PKK’ê bi baweriya jiyana azad derketiye û got ku ruhê têkoşînê ya hatî afirandin, veguheriyaye têkoşîna azadî û demokrasiyê.
Akdogan destnîşan kir ku girîngiya Şehîdên Meha Gulanê divê bi taybet ji aliyê ciwanan ve baş were fêmkirin û bi bîr xist ku Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner ku di Zindana Amedê de wekî “Çaran” ketin dîrokê, bûn sembola berxwedanê.
Akdogan diyar kir ku gotina, “Agirê nevemirînin” banga domandina têkoşînê ye û diyar kir ku mîrateya ku şehîdan hiştiye, îro wê bi xwedîderketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo re xurttir bibe.
Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê û têkoşîna wan, hate pêşandan. Di pêşandanê de cih ji bo çîrokên jiyanê û berxwedana şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî hate dayîn.
Di beşa dawî ya sînevîzyonê de jiyana şehîd Amara (Ekîn Ceren Dogruak) ku bi xebatên xwe yên li Herêma Drancy tê nasîn û ji aliyê gelê herêmê ve bi rêzdarî tê bibîranîn, hate vegotin.
Çalakî piştî axaftina Dayika Şehîd Tellî Alagoz bi dawî bû.